Ji ber hişyarbûna hemwelatiyan, pêşî li êrîşeke terorî hate girtin

Ji Çapemenî û raya giştî re!

 

Hewldana êrişekê ji aliyê çetyên DAIŞ’ê ve bi saya hişyarbûna gele me hate vala derxistin.

Yekîneyên me yên antî teror ku li ser îxbara şêniyên herêmê destwerdan kirin, teqemeniya ku ji alî çeteyan ve bi armanca ku li dijî hêzên me were bikaranîn bê bandor kirin.

 

Di roja 30’ê Cotmeh’ê de li ser rêya Hesekê – Şedadê li ser îxbara gel xebatên lêgerînê hate li dar xistin.

Di encama lêgerînê de mîkdarek teqemenıiya ku ji ali çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû bicîhkirin hate tespîtkirin.

Bi saya hişyarbûn û berpirsiyartiya gelê me xeteriyek ji holê hatiye rakirin û hewldanek êrîşê hatiye vala derxistin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê

 30’ê Cotmehê  2018’an

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …