Ji ber balafirên Artêşa Tirk xwe spartin navenda bajar

EFRÎN– Ji ber bombebaran û topbarana Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê welatiyên Efrînê neçar bûye ku gundên xwe terik bikin û li bajarê Efrînê di avahiyên nû hatine avakirin, dikan û jêrzemînan de dimîn in. Welatî  tevlî rewşa zehmet jî li ber xwe dide û bi hêviye ku li gundên xwe vegerin.EFRIN-XLKI-LI-DERDORI-EFRINI (2)

Şêniyên Efrînê rewşa zehmet a jiyanê qebûl kirin û di nava bajarê Efrînê de mane û jiyana xwe de didomîn in. Welatî dibêjin ku ew ê tu carî bîranên xwe yên li Efrînê li pey xwe ne hêl in û wê malên xwe ji çeteyan re ne hêl in.

Welatiyên Efrînê ji ber bombebaran û topbarana Artêşa Tirk neçar ma ku gundên xwe yên hatin dagirkeririn berdin û berê xwe bidin navenda bajarê Efrînê. Welatiyan berê xwe dan navenda bajarê Efrînê û li wir bi cih bûye. Komîn û meclîsên navenda bajarê ji bo peydakirina pêwstiyên welatiyan û av û vexwarinê ji wan re di nava liv û tevgerê de ye. Welatiyên Efrînê hêviya wan heye ku wê gundên wan careke din werin paqijkirin û wê vegerin gundên xwe.

Di malekê de dighêje ku derdora 15-20 kesan bi hev re jiyan dikin. Di 2 odeyan de dimînin, gelek caran di xaniyên ne amade de dimînin û bi hev re nan û vexwarinê pareve dikin.Hin malbatan sîtêrên avê bi xwe re anîn û hinan jî xwarin bi xwe re anîn, ew sehrîc li kolanê hiştine da ku hemû welatî avê jê vexw in.EFRIN-XLKI-LI-DERDORI-EFRINI (3)

Balafir sivîlan hedef digrin

Welatiyê Efrînê yên ji ber balafirên Arêtşa Tirk û çeteyên wê gundên xwe terik kirine diyar kirin ku ew ji ber balafirên Artêşa Tirk bê navber gundên wan bombebaran dikin wan dest ji gundên xwe berdan.

Jinên bi temen jî destnîşan kirin ku ew ê dest ji bîranên xwe bernedin û wê bi bawerî li gundên xwe bimîn in. Dibêjin ku baweriya wan bi şervanên wan heye ku dê herêmên wan paqij bikin û ewê vegerin warên xwe.EFRIN-XLKI-LI-DERDORI-EFRINI (1)

Zarokên Efrînê jî ji ber êrîşê ji xwendinê bê par mane û nikarin biçin dibistanan, her wiha ji lîstokên xwe jî bê par mane.  Niha di nava dîwaran de mane.

Dema em li nava xwendekaran geriyan û tu ji wan pirsa dibistanên wan dike dibêjin ku top li ser dibistanên wan ruxandine.

Artêşa Tirk ji 20’ê çile ve êrîşa xwe ya li ser kantona Efîrnê bê navber pêk tîne. Di êrîşa xwe de balefire û hemû cûreyên çekên giran bikar tîn in. Heta niha bi sedan welatiyên sivîl şehîd bûne û birîndar bûne. Her wiha gelek navendên fermî û binsaziya kantonê tê rûxandin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …