Ji artêşa Tirk derewa nexweşaneya Avrînê

NAVENDA NÛÇEYAN – Duh artêşa Tirk a dagirker êrîşî Nexweşxaneya Avrînê kir û di encamê de 9 sivîl şehîd bûbûn, gelek sivîl jî birîndar bûbûn.1

Artêşa Tirk a qirker li dijî vê daxuyaniyek dabû û gotibû êrîşeke wiha pêk nehatiye. Artêşa Tirk ji bo nûçeya xwe piştrast bike jî wêneyek par ve kiribû, ev wêneyê ku parve kirin, derewa wan bi rengekî vekirî raxiste ber çavan.

Di wêneyê de li jor bînahiya di nav xeleka sor de bi encama êrîşê quleke mezin vebûye. Di encama êrîşê de cihê ku qul lê çêbûyî Nexweşxana Avrînê bi xwe ye. Artêşa Tirk (TSK) bi vî wêneyî ku pê dixwest sûcê xwe veşêre, berevajî, sûcê xwe çespand. Li bajêr niha ji ber ku înternet tine zehmet e ku mirov xwe bigihîne wêne û dîmenên Nexweşxaneya Avrînê lê artêşa Tirk a dagirker bi wêneyê ku par ve kirî bi rengekî zelal sûcê xwe ispat kir.

Duh êvarê di êrîşa ku li hember nexweşxaneya avrîn pêk hatî de 9 sivîl şehid ketibun, bi dehan kes jî birîndar bibun.

WhatsApp Image 2018-03-17 at 13.02.02

Bînahiya mezin ku artêşa dagirker dibêje nexweşxane ye, çabxana bajêr û malê sivîlan e.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …