Îran: Tirkiye çekên kîmyawî li dijî Efrînê bikar tîne

NAVENDA NÛÇEYAN – Malpera kanala telefîzyona fermî ya Îranê di nûçeyeke xwe de ragihand ku artêşa Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê di êrîşa xwe ya li dijî Efrînê de çekên kîmyawî bikar anîne.

Girêdayî mijara hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girdayî wê li dijî welatiyên sivîl ên herêma Efrînê, malpera kanala telefîzyona fermî ya Îranê di nûçeyeke xwe de ragihand ku artêşa Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê di êrîşa xwe ya li dijî Efrînê de çekên kîmyawî û çekên qedexe bikar anîne, piştî ku nikaribûn derbasî herêma Efrînê bibin.

Hêjayî gotinê ye serokê Îranê Hesen Rohanî banga bidawîkirina êrîşa Tirkiyeyê li dijî Efrînê kir.

#Beşê_Ragichandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …