Îlham Ehmed: Dewleta  Tirk û Qeter di piştgirya terorê de hevkar in

MEDYA HENAN-DILÎŞAN ÎBIŞ

DIRBESIYÊ – Hevseroka MSD`ê Îlham  Ehmed da zanîn ku ji ber dewleta Tirk bi piştgriya terorê li Sûriyê hevkarê Qeterê ye, lewera piştgirî dide wê. Îlham got ku dewleta Tirk hewl dide wekî Cerablûs û Babê, Idlibê jî dagir bike.

Hevseroka Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, di civîna asayî ya yekemîn a Desteya Siyasî  ya  meclîsê ku duh li navenda MSD`ê ya bajarê Dirbesiyê bi amadebûna  Hevserokê MSD`ê Riyad Derar û endamên Desteya Siyasî, hatibû lidarxistin, rewşa herêmê û Rojhilata  Navîn nirxand.

Îlham Ehmed di nirxandina xwe de bal kişand ser helwesta dewleta Tirk ji aloziya Qeterê re û got:”Bi destpêkirina aloziya Qeterê re,  hin dewletan Qeter bi piştgiriya bi “terorê”nîşan dan, lê dewleta Tirk piştgirî  bi Qeterê re nîşan da. Ji ber dewleta Tirk û Qeterê di piştgiriya bi terorê li Sûriyê hevkar in, lewera piştgirî dide Qeterê”.

Îlham di dewamkirina nirxanda xwe de, îşaret  bi dagirkirina dewleta Tirk ji axa Sûriyê nîşan da û wiha pê de çû:”Dewleta  Tirk bi rêya amadekirina çeteyên xwe, hewl dide Idlibê dagir bike wekî Cerablûs û Babê. Lê civaka navneteweyî tu helwest ji bo dagirkirina axa Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve, raber nekiriye”.

Îlham Ehmed  diyar kir ku Meclîsa Sûriyê Demokratîk ne girêdayî tenê herêmekê ye, berovajî wê ew girêdayî tevahiya  Sûriyê ye.

Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed di dawiya nirxandina xwe de, li ser pêkanîna projeya Federal li Sûriyê tekez kir û got:”Projeya me projeyeke demokratîk e û hemû pêkhateyên Sûriyê digre nava xwe”.

 

ÇAVKANÎ:HAWAR

Check Also

′Tirkiyê li hember zagonên navneteweyî ne rêzdare′

CEFER CEFO EFRÎN – Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê Mihemed Cemîl êrîşên artêşa …