Artêşa Tirk a dagirker welatiyekî din li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê eşkence kir.
Ciwanê bi navê Beşar Hesen Hedar ê 24 salî yê ji gundê Ezîziyê yê girêdayî herêma Serêkaniyê, dema dixwest di gundê Idwaniyê ku 50 li rojavayî bajarê Serêkaniyê dikeve, derbasî Bakurê Kurdistanê bibe ji bo karkirinê, leşkerên artêşa Tirk ew girtin û eşkence kirin.
Leşkeran piştî eşkenceyê, ew avêtin aliyê Rojava. Welatiyên gund ew rakirin nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê. Li gorî bijîşkan rewşa wî baş e û niha tê dermankirin.