Hovîtiya Artêşa Tirk gundek bi temamî ruxandin

 EFRÎN – Balafirên şer ên artêşa dagirker gundê Xalta (Xalidiyê) yê girêdayî navçeya Şêrawa bi temanî rûxand.

Hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê li dijî herêma Efrînê di serî de sivîlan, deverên dîrok û pîrozgehan hedef digere.

Balafirên artêşa dagirker bombe li gundê Xalta ango Xaldiyê yê girêdayî navçeya Şêrawa bi temamî wêran kir.

Gundê Xalta

Gundê Xalta yê girêdayî navçeya Şêrawa, 10 km dûrî navenda bajarê Efrînê dikeve. Gund ji 20 malan pêk tê, hejmara nişetcihên wî ku Kurd û Ereb in ji zedî zêdetir e.

Xaltî ango Xalta, navê gund vedigere ji eşîreyeke kurd ji Qebîleya Mellan a Mezin re. Di heman demê de cihê herêmeke li Bakurê Kurdistanê ye. Li wir kevin de gelê xalidî yên hidoewropî ji kevin de jiyan dikir. Li gorî deta û lêkolînan ew kurd in. Gundê biçûk li ser çiyayê Lêlûnê ye û deşta wê hemû zeviyên zeytûnan e.

Gundê Kiefer Mez li bakurê gundê dikeve û li başûrê wê jî gundê Kopî û li rojhilat gundê Enab (Enab) û Meryemîn û Meremîn e. Ji aliyê rojavayê wê jî rêzeçiyaye û gundê Qîbarê ya li ser Kaşê Çiyayê Lêlûnêye. Gund ji malên çimento yên kevin ku temenê wan derdora 35 salan e hatiye avakirin. Şêniyên gundê bi çandiniya darên zeytûnan, zeviyên genim û sewaldariyê debara jiyana xwe dikin.

Balafirên Dagirkeriya Dewleta Tirk gund bi temamî ruxandin û kevir li ser kevin ne hiştin. Laşê pezê gundiyan ku ji ber bombebarana balafiran mirine li derdorê belav bibû.

Ji asta wêranû ruxandina li gund pêk hatiye dijwariya bombebarana Arêtêşa Tirk a li ser herêma Efrînê diyar dike. Diyar dibe ku Erdgoan li dijî gelê sivîl şerê tunekirinê dide meşandin.

 

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …