Hêzên me bersiv da êrişan: 5 çeteyên Tirkan hatin kuştin | Kurdish

 

BEŞÊ  RAGIHANDINA  BUROYA YA YPJ Ê  – Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ku di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin yên li ser Rojava zêde bûne. Her wiha tevgera hewayî ya li ser Kobanê ku dikeve Rojhilatê Firatê û deverên din yên Rojava jî berdewam dike.

Encamên êriş û binpêkirnên artêşa Tirk û çeteyên wî yên 6 rojên dawî wiha ne;

Di dîroka 01.06.2017an de leşkerên Tirk gulle barandin ser dewarên gundiyên Kobanê yên li ser sînor. Doh şev jî li gundê Koran yê dikeve rojhilatê Kobanê gulle reşandin ser dewarên gundiyan û di encam de zerar gihişt malê gundiyan.

Di dîroka 02.06.2017an de çeteyên ku di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin, xwestin êrişî gundê Girê Dewa yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê bikin. Di heman demî de hêzên me bersiv dan çeteyan û şer derket. Di encama şer de çeteyek hat kuştin. Her wiha îro balafirên bê mirov yên keşfê û balafirên şer yên artêşa Tirk li ser Kobanê geriyan. Dîsa di heman rojê saet 21:00an de balafirên keşfê yên bê mirov li ser gundê Siftek yê ku dikeve rojavayê Kobanê geriyan û balon avêtin herêmê.

Di dîroka 03.06.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi hawanan êrişî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin. Di encama bersivdayîna hêzên me de li eniya Cindirêsê 2 çete hatin kuştin. Her wiha di heman rojê de balafirên keşfê yên bê mirov û balafirên şer yên artêşa Tirk li ser sînorê rojavayê Kobanê geriyan. Dîsa leşkerên Tirk gulle reşandin ser patosê gundiyên gundê Siftekê û Zorava yên dikeve rojavayê Kobanê. Di heman wextî de hêzên me bersiv dan êrişa leşkerên Tirk, lê di encam de di derheqê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Di dîroka 04.06.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk xwestin êrişî girê Şehît Şîlan yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê bikin. Êrişa çeteyan ji aliyê hêzên me ve hat ferqkirin û di heman demî de bersiva êrişê çeteyan hat dayîn. Di encam de êrişa çeteyan hat şikandin û çete paş de reviyan. Lê di encama şerê ku derket de di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehat bidestxistin. Her wiha di heman rojê de çeteyan xwest ji mile girê Baz yê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê ve êrişî hêzên me bikin. Êrişa çeteyan ji aliyê hêzên me ve hat ferqkirin û bersiva êrişê çeteyan hat dayîn. Di encam de 2 çeteyên girêdayî artêşa Tirk hatin kuştin. Dîsa di heman rojê de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi hawanan êrişî gundên Minix û Belûniyê yên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin.

Di dîroka 05.06.2017an saet 08:00an de, balafirên şer û balafirên keşfê yên bê mirov li ser sînorê Kobanê û li ser bajêr geriyan.

Di dîroka 06.06.2017an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanan êrişî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Di heman rojê de çeteyan bi gulleyên tangê êrişî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Di encama êrişa bi gulleyên tangê de berada Şêrewa derb xwar û zerarê maddî hat jiyankirin.

Hêzên me bersiv da êrişan: 5 çeteyên Tirkan hatin kuştin | Kurdish

ÇAVKANÎ: NAVENDA RAGIHANDINA YPG

 

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …