Hêzên Eşîreyan: Armanca me rizgarkirina tevahî Sûriyê ji terorê ye

 

REQQA – Fermandarê Hêzên Eşîreyan Ebû Read El-Begarî anî ziman ku armanca beşdarûbna wan a Pêngava Rizgarkirina bajarê Reqqayê paqijkirina xaka Sûriyê ji terorê ye û got ku hêza wan hêzeke niştîmanî ye û  di bin banê Hêzên Sûriyeye Demokratîk de tevdigere.

Hêzên Eşîreyan ji gelek êl û qebayîl Kurd û Ereb pêk tê. Sala par li herêmên Şahbayê hate avakirin û wekî hêzêke di bin Fermandariya QSD`ê de tevdigre.

Têkildarî armanca tevlîbûna vê hêzê nav Pêngava Rizgarkirina bajarê Reqqayê, Fermandarê Hêzên Eşîreyan Ebû Read El-Begarî anî ziman ku armanca wan ji beşdarbûnê, ew e ku bajarê Reqqayê û tevahî herêmên Sûriyeye ji terorê rizgar bikin.

Ebû Read El-Begarî got ku hêza wan hêzeke niştimanî ye û di bin sîwana Hêzên Sûriyeye Demokratîk (QSD) de tevdigere û wiha anî ziman: “Em hewl didin, artêşeke niştimanî û Sûrî, di bin siwana Hêzên Sûriyeye Demokratîk, li ser bingehê azadî û demokratîk de ava bikin.”

Hêzên Eşîreyan bi destpêkirina Hemeleya Rizgarkirina bajarê Reqqayê, beşdarî nava hemleyê bû û li eniyên pêş yên Reqqayê cihê xwe digre.

Di 15`ê Hizêranê de yekemîn şervanê Hêzên Eşîreyan bi navê Yehya Mihemed, li eniyên Reqqayê şehîd bû.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …