Hêvî Mistefa: Em bi hêzên xwe bawer in

EFRÎN- Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mustefa got:” Em bi hêzên xwe bawer in, yekîtiya gelan jî ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker xurtir e û tekoşîna me ji bo çareseriyeke demokratî û jiyana hevbeş wê bidome”.

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê derbarê gefxwarinên dewleta  Tirkiye li ser Efrînê. Hêvî da zanîn ku Efrîn ji çend salan û vir ve, di bin dorpêça çeteyan de ye û hewl hat dayîn ku îradeya gel bê şikandin, lê bi saya berxwedana YPG, YPJ û yekîtiya gel ev yek vala hat derxistin.

Dewleta Tirk bê  çare maye

Hêvî diyar kir ku bi pêşketinên QSD`ê li Reqayê, dewleta Tirk êrîşên xwe li dijî Efrînê zêdetir kir û ev yek wiha rave kir:”Roj bi roj QSD`ê Reqayê  rizgar dike, dewleta Tirk nikaribû beşdarî hemleyê bibe, her wiha di radeya hundir û derve de têk çû ye, lewma pela dawî ya di dest wê de maye, êrîşa dijî Efrînê ye.”

Hevseroka Kantona Efrînê destnîşan  kir ku dewleta Tirk li rex êrîşan, dîwarê şermê ava kir, mal û milkên welatiyan binpê kir, darên zeytûna birîn, zevî şewitandin û niha gefa dagirkirina Efrînê dide pêş.

Hêvî Mistefa di nava gotinên xwe bal kişand ser şerê çapemeniyê ku tê meşandin û diyar kir ku dezgehên çapemeniyê û medyaya civakî gelek nûçeyên nerast belav dikin û ev yek di çaçoveya şerê taybet de pêk tê û got:”Efrîn   liberxwe dide û ev êrîşên han gefan li projeya demokrasiyê ya Rojhilata Navîn dixwe.

‘Pêwîst e welatî ji her şert û mercî re amade bin’

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa ji gelê Efrînê daxwaz kir ku ji her şert û mercî re amade bin, tekoşîna xwe li hember dagirkeriya dewleta Tirk bilind bikin û jiyana xwe bi rihê serferberiyê orgenîze bikin û destekekê bidin YPG û YPJ`ê.

‘Bêdengiya navneteweyî fersend da dewleta Tirk’

Hêvî da zanîn ku dewleta Tirk tu çareseriyên demokratîk naxwaze û tenê li peyî berjewendiyên xwe ye û wiha pê de çû:”Bêdengiya welatên navneteweyî jî rê ji ber wê re vekir ku Bakurê Sûriyeyê dagir bike. Lê belê pêwîst rêxistinên demokratîk û saziyên mafên mirovan ji kiryarên dewleta Tirk re bêdeng nemînin.”

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa bi van gotinan axaftina xwe bidawî kir:”Em bi hêzên xwe bawer in, yekîtiya gelan jî ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker xurtir e û têkoşîna me ji bo çareseriyeke demokratî û jiyana hevbeş wê bidome”.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …