Hêvî Bû Nîşaneya Yekparebûna Tekoşîna Ji Bo Azadiyê

Em şoreşger û rêhevala xwe Hêvî (Gulîstan Aksoy) a ku di encama nexweşiyeke giran de di roja 26’ê Tîrmehê de tevlê karwanên nemiran bû, bi hezkirin û rêzdariyeke mezin bibîrtînin. Em sersaxî ji malbata wê ya hêja re dixwazin û dibêjin bila serê gelê me her serbilind û saxbe.
Rêheval Hêvî ya ku tevahî giyana xwe mîna mûmekê di ber tekoşîna azadiya gelê xwe de helandiye, di her henaseyeke jiyana xwe de bû çavkaniya coş, moral û hêviyê. Ji ber me rêheval û şoreşgerek wiha dilwêrek û mezin wenda kir, em xemgîniya xwe bi malbata wê ya hêja û gelê xwe yê welatparêz re parve dikin. Lê em bi dilwêrekî û berxwedaniya wê ya bêhempa jî serbilindin. Mîna her hevalek şehîd, rêheval Hêvî jî erka xwe ya li hember şoreşê, li hember hemû jinan û gelê xwe bi serkeftî pêk anî û ev tekoşîna xwe dewrî me kir.
Çawa ku heval Hêvî di xebatên ciwanan de, di kar û xebatên çapemeniya azad de û di tekoşîna azadiya jinê de bû xwedî roleke diyarker û aktîf, li Rojavayê Kurdistanê jî bû xwedî heman rolê. Ango di kêliyên herî dijwar ku çeteyên DAİŞ û El Nûsra bi hovîtiyeke mezin berê xwe dabûn warê me Rojavayê Kurdistanê û her der talan dikir, şoreşger Hêvî, mîna bi sedan ciwanên Kurd got; “Divê ez li wir bim” û bi rastî di kêliyên herî zor de li hember dijwariya dagirkeriyê ji gelê xwe re bû mîna mertalekê.
Hêvî berê xwe da Rojava û ji wir jî berê xwe da eniyên herî pêş û bi wêrekiyeke mezin li rex şervanên YPJ û YPG’ê li dijî dagirkeran şer kir. Bi dilwêrekiyeke mezin cihê xwe di gelek pêngavên Rojava de girt. Di pêngava rizgarkirina Til Koçer de ji lingê xwe de birîndar dibe. Her çendî birîndar jî dibe, lê dev ji rêhevalên xwe bernade û careke din mil bi mil tev rêhevalên xwe gelek êrîşên çeteyan dişkînin, vala derdixin. Di sala 2015’an de vê carê berê xwe dide warê berxwedana Rûmetê Serêkaniyê, lê mixabin ku mayîneke xedar a çeteyên DAİŞ’ê di wê de diteqe û bi rengek pir giran birîndar dibe.
Piştî wê birîndariya giran nêzî 2 salan li Rojav tedawiya xwe dît. Di nava van herdû salan de jî bi rastî li hember birîndariya xwe berxwedaniyeke mezin nîşan da. Bû yek ji gaziyên destpêkê yên şoreşa Rojava û wiha digot; “Em wek komîta Gaziyan pêwîste em heya dawî xeta şehîdan di jiyan û tekoşîna xwe de zindî bihêlin”. Bi ruxmê ku nedikarî biaxive jî, lê ti carî rûkeniya wê ya tije hêvî ji rûyê wê kêm nedibû. Ji ber ku di wan salan de derfetên dermankirinê pir sînordarbûn, ji bo tedawiyê derbasî Almanya bû û li wir ji ber birîndarî û nexweşiyên xwe yên giran çavê xwe li cîhanê girt û tevlê karwanên şehîdan bû.
Rêhevala me hêvî, şoreşgera ciwan bi lêgerîn, tekoşîn, berxwedanî û şerê xwe di eniyên tekoşînê yên cur be cur de bû mînaka sekna şoreşgerî ya ku xwedî li erkên demê derdikeve. Bi kasayeta xwe ya pêşeng, bi coş û morala xwe ya jiyanê û bi hêrs û kîna xwe ya li hemberî dijmin, timî mînak bû. Ew bû nîşaneya yekparebûna tekoşînê. Dema pêwîstî dît, bû rojnemevan û êşên gelê xwe, tekoşîna giranbiha ya jinan ji bo azadiyê bi riya objektîfa xwe ji cîhanê re ragihand, dema pêwîst bû di kar û xebatên ciwanan de cihê xwe girt û ji ciwanên welatê xwe re, ji keçên ciwan re rêya rast a tekoşînê nîşanda. Dema pêwîstî dît jî berê xwe da eniyên herî pêş ên cengê û li dijî hewldanên dagirkeriyê şerkir, li berxwe da û ji bedel dayînê gav paşde ne avêt.
Kedkara şoreşê, hêviya rêhevalên xwe, bi ruxmê birînên wê yên giran heya henaseya xwe ya dawî bi coşeke mezin jiyan kir. Bi dehan caran meydan ji celadên mîna DAİŞ’ê re xwend. Di kesayeta xwe de sekna jina azad şênber kir, bû şopdara rasteqîn a rêhevalên xwe yên şehîd. Îro rêheval Hêvî mîna bi hezaran şehîdên ku canê xwe di ber vê axê de dane, bilindkirina tekoşînê ji me emir dike. Em jî wek Yekîneyên Parastina Jin YPJ dibêjin ku wê sekna rêheval Hêvî, lehengî û berxwedaniya wê timî bibe nexşerêya jiyan û şerê me. Ji bo avakirina pêşerojeke azad, emê ala tekoşînê ya ku wan dewrê me kirî, bilindtir bikin û bi biryardariyeke mezintir xwedî li erkên demê derkevin. Em careke din di şexsê rêheval Hêvî de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîrtînin û soza mayînde kirina jiyan û tekoşîna wan a ji bo jiyaneke azad nû dikin.
Fermandariya Giştî ya YPJ

 

Nasnav: HÊVΠ GABAR

Nav û Paşnav: GULİSTAN AKSOY

Navê Dayîk: HUZNA

Navê Bav: CEMİL

Cih û Dîroka Şehadetê: 26.7.2020 / ( li Almaniya  di encama nexweşiya giran de)

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …