Heta niha artêşa dagirker 9 sivîl qetil kirin û 26 jî birîndar kirin

EFRÎN – Di encama bombebaran û topbarana artêşa Tirk a dagirker ji duh heta îro li kantonê Efrînê, 9 sivîl şehîd bûn û 26 sivîlên din jî birîndar bûn.

Çavkaniyên  ji Efrînê raghandin ku ji saetên sibê heta niha 3 sivîlan du ji wan ji gundê Mermîn ê navçeya Şera û yek jî ji gundê Dîwa yê herêma Cindirêsê şehîd bûn. Her wiha 13 sivîl jî ji saetên sibê heta niha birîndar bûn.

Duh jî Fermandariya YPG`ê ya Efrînê raghandin 6 sivîl şehîd bûne û 13 sivîl jî birîndar bûne.

Navên kesên birîndar wiha ne: Îsmaîl Hisên 9 salî, Fadî Hisên 10 salî, Ebd Star Cinko 28 salî, Mihemed Ebdi Cinko 27 salî, Îsmaîl Mihemed Îbrahîm 12 salî, Fadî Mihemed Ebdo 10 salî, Hemîd Betal 30 salî, Xalid Ebdullaqdir 46 salî, Hisên Îbrahîm du salî, Hemîde Îbrahîm 3 salî, Fayîze Beder Hesen 24 salî, Deryan Mihemed Seydo, Hîba Ekrem 13 salî.

Topbaran û bombebaran li ser herêma Efrînê didome.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …