Li şehîdgehê merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir.

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesna Xelef axivî û got, “Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û bejna xwe li hemberî lehengiya şehîdan ditewînin. Şehîd pêşengên me yên manewî ne. Em soz didin ku em ê xeta wan a têkoşînê dewam bikin.ʺ

Ji fermandarên YPG‘ê Welat Hesekê, axivî û diyar kir ku ew wekî YPG, YPJ û QSD‘ê xeta şehîdan berdewam bikin û li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê bisekinin.

Di berdewama merasîmê de, Endamê Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM‘ê Ebdulfetah Fatimê jî anî ziman ku Tirkiyê bi hemû rêbazan hewl dide îradeya gelên Bakurê Sûriyê têk bibe.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir.

Girseya gel  cenazeyê Mihemed El-Siûd di nava dirûşmeyan û tililiyên dayikan spartin axê.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku cenazeyê Hesn Nebîko li Efrînê hatibû veşartin.

      

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ