Hesekê 5 rêwiyên azadiyê oxir kir

HESEKÊ – Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên 4 şervanên YPG’ê û şervanekî Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê yên di berxwedana Dêrazorê de şehîd bûne, spartin axê. Nasnameya şervanekî YPG’ê jî hate ragîhandin.HSK-MARSIMA-5=SHED (1)

Welatiyên bajarê Hesekê û gundên wê cenazeyên şervanên YPG’ê Hidwan Oda (Firat Hesekê), Ehmed Siwêlih (Heyder Elî), Orhan Xilêf (Xebat Cizîrê) û SÎrac El-Namis (Mezlûm) û Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed El-Ihsanî (Şihab) ji Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî tirmpêlan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li Gundê Dawidiyê ketin rê.

Li riya ketina goristanê girseya gel cenaze ji tirmpêlan daxist û rakirin ser milan. Li vir girse bi diruşmeyan heta goristanê meşiya. Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtina leşkerî dest pê kir û paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Selma Qasim axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan û hemû gelê herêmê re xwest. Selma got ku serekftin bi saya tekoşîn û berxwedana şehîdan hatiye bidestxistin.

Di berdewama mersîmê de li ser navê QSD’ê Mehebat Koçer axivî û got “Şehîdên azadiyê ji bo azadî û parstina gelê herêmê canê xwe feda kirine” û soz da ku ew ê heta dawiyê şopdarên riya şehîdan bin.HSK-MARSIMA-5=SHED (6)

Di merasîmê de li ser navê Rêveberiya Xweser Hena Sewmî jî axivî û got ku şervan ji bo parstina welat tekoşînê dikin û ji bo parstina herêmê canê xwe feda dikin.

Piştî axaftinan Melcîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê nasnameya şervanê YPG’ê Diyai El-Selal (Şahîn Taban) ê di berxwedana Dêrazorê de şehîd bûye, ragîhand.

Piştî axaftinan sicîlên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şehîdan bi diruşmeyan spartin axê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …