EFRÎN – Şervanên QSD`ê duh li herêma Efrînê derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xistin. Li gorî çavkaniyên leşkerî di şerê duh de, herî kêm 53 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
Çavkaniyên leşkerî raghandin ku duh di encama şerên giran di navber şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirek û çeteyên wê li eniyên gundê Qera Baba, Qestel Cindo û Qerne yên girêdayî navçeya Şera û li Şehba û Til Cibrîn de, herî kêm 53 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û derdora 38 leşkerên din jî birîndar bûn.