Her şervanekî çîrokeke wî heye, lê armanca wan yeke

 

REQA – Her şervanekî ku beşdarî hemleya rizgarkirina Reqayê bûye çîrokeke wî cûda heye û bi yek armancê beşdarî qadên berxwedanê bûne.

Hêzên QSD′ê di 5′ê Mijdara sala 2016′an de bi beşdariya ciwanên reqayê dest bi hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê kirin. Beriya demekê mîralayî Telal Silo diyar kir ku bi hezaran ciwanên Reqayê di hemleyê de cih girtine.

Ciwanên Reqayê bi soza tolhildanê beşdarî hemleyê bûne, ji ber ku çeteyên DAIŞ′ê jiyana wan veguherandibû dojeh.

HISEN MIHEMED XELIL

Şervanê bi navê Hisên Mihemed Xelîl ê ji taxa Memûn bi destpêkirina hemleyê re beşdarî nava refên QSD′ê bû û wiha got: ″Ji ber nêzîkatiya çeteyan a ne baş, ez neçar mam ku ji bajarê xwe derkevim. Dayîka min ji ber nexwşiyê jiyana xwe ji dest da, ji ber ku çeteyan destûr nedan ku ji bajar derkeve û were dermankirin. Ji ber vê ez bi armanca tolhildanê tevlî nava refên QSD′ê bûm′″.

Du zarokên birayê Hisên jî dema ku hewl didan ji bajar birevin, di encama teqîna mayîneke çeteyan jiyana xwe ji dest dan.

Hisên da zanîn ku şervanên QSD′ê pir rihet bi wan re têkildar dibin.

MIHEMED MENSUR

Şervanê bi navê Muhened Mihemed Mensûr ê ji bajarê Helebê ku beriya 5 salan hatiye bajarê Reqayê û li gundê Salihiyê yê dikeve bakurê bajarê Reqayê bi cih bûye, piştî salekî ji hatina yî çeteyên DAIŞ′ê bajarê Reqayê dagir kirin. Wê demê Muhened tevî malbata xwe hewl da ji gund derkevin. Lê mayînên ku çeteyan li çandibûn, li pêşiya wan bûn asteng û ji ber teqîna mayînan gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Gundê Salihiyê di hemleya Xezeba Firatê de ji aliyê şervanên QSD′ê hat rizgarkirin. Wê demê Muhened biryar da ku beşdarî nava refên QSD′ê bibe.

Muhened da zanîn ku mizgîniya rizgarkirina Reqayê nêz bûye.

EBD SAHIN HEMADA

Şervanê bi navê Ebid Şahîn Hemada jî ji ber zulma çetayan ji bajar reviya û berê xwe da Urdunê. Dema ku hemleya rizgarkirina Reqayê dest pê kir, yekser vegeriya û di çeperên şer de cih girt.

Ebid got ku çeteyan tevlîhevî di navbera welatiyên bajarê Reqayê de afirand û wiha domand: ″QSD′ê hêzeke serkeftî ye û bi armanca rizgarkirina Reqayê, yekîtiya hemû gelên Reqayê ava kir.

Piştî ku Ebid tevlî nava refên QSD′ê bû, bû Fermandarê tabûra Şehîd Mehmûd a ku ji 150 ciwanên Reqayê pêk tê.

Ebid bang li tevahî ciwanên Reqayê kir ku tevlî nava refên QSD′ê bibin û bajarê xwe biparêzin.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …