Hemleya Tunekirina Terorê ya QSD’ê berdewam dike

Hemleya Tunekirina Terorê ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê li gundewarên Dêrazor û Hesekê berdewam e.

QSD’ê bi bangawaziya serokeşîrên Hesekê û Dêrezorê “Hemleya Tunekirina Terorê” ya têkbirina şaneyên çeteyên DAIŞ’ê berdewam dike, da ku wê herêmê ji endamên şaneyên DAIŞ’ê ku di demên dawîn de aktîf bûne, rizgar bikin.

Li gorî daxuyaniya QSD‘ê, hemle derbasî roja 4’an bû, her wiha encamên mezin bi dest xistin, şervanan zêdetirî 50 endamên şaneyên DAIŞ’ê ji destpêka hemleyê ve girtine.

 fermandarên leşkerî ragihandin ku hêzên QSD’ê amadekariya merheleya sêyemîn dikin ku gunderwarên bakurê rojhilata Dêrezorê paqij bikin.

Di merheleya yekemîn de ya li gundewarên başûr ên Hesekê encamên erênî pêk anîn, hêzên QSD‘ê di çolistana Dêrezorê re ber bi sînorê Iraq-Sûriyê ve di merheleya duyemîn de bi pêş çûn.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …