Hemleya Rizgarkirina Reqqayê: Çerxereya El-Mezari hat rizgarkirin

REQQA – Şervanên QSD`ê çerxereya El-Mezari ya taxa El-Berîd a bajarê Reqqayê, bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.REQQA-REZGARKRNE-CERXERIYA-ZIRAE

Li piraniya eniyên Reqqayê, şerên dijwar di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de rû didin. Şervanên QSD`ê ku ber bi navenda bajarê ve diçin, çerxereya El-Mezari ya taxa El-Berîd a aliyê rojava yê Reqqayê, bi temamî çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Girîngiya çerxereya El-Mezari

Çerxereya El-Mezari, navgîna di navbera taxa El-Berîd û El-Romaniya rizgarkirî de ye. Bi rizgarkirina çerxereya El-Mezari, şervanên QSD`ê êdî bi hesanî li wê herêmê tevdigerin.

Ji aliyekî din ve jî, şerên giran li taxa El-Nehda û Hitîn ên aliyê rojava yên Reqqayê, rû didin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …