Hemleya Rizgarkirina Reqa ket roja 40ʹyî de -1

REQQA- Hemleya Rizgarkirina Bajarê Reqqa (Cenga Mezin) 40 roj li peyî xwe hîşt û heta niha şervanên QSD`ê çar tax bi temanî rizgar kirin û li gelek taxên din jî şer didome. Fermandarê QSD`ê derbarê rêkûpêkbûna Hemleyê de nirxandin kir.

Fermandarê QSD`ê Omer Hewlêr derbarê asta pêşketinên di nava 40 rojî de, rewşa çeteyên hatin dorpêçkirin û şêwazê rizgarkirina sivîlan.

Omer Hewlêr di destpêka gotinên xwe de got niha ji sedî 35 ji bajarê Reqqayê di destê QSD`ê de ye û ev tişt got: ʺEm destpêkê bixêrhatina we dikin, raste di 6 hizêranê de hemleyê destpê kir. Demek dirêj di navbera me û koalîsyonê de nîqaş li ser Reqqa û dorpêçkirina wê çêbûn û pîlanek hat amadekirin. Li gora wê pîlanê,niha Reqqa bi temamî hatiye dorpêçkirin. Niha ji sedî 35 ji bajarê Reqqa di destê QSD`ê de ye em niha li Reqqaya kevin bi pêşve diçin. Em dikarin bêjin ku zêdetirî nîvî ji taxa Reqqa kevin jî niha di bin serweriya me de ye û heta vê kêliyê jî şer tê de didome. Taxên hatine rizgarkirin jî baş tên parastin û hemû helwdanên DAIŞ`ê tên şikandin û em bi pêş diçinʺ.

Derbare tektîkên çeteyên DAIŞ`ê li hemberî QSD`ê didin bikaranîn Hewlêr ev agahî dan:ʺ Ev 5 sal in û derbasî 6 salan dibe ku em li hemberî DAIŞ`ê û hêzên wekî wê şer dikin, hêza fermî ku li dijî  DAIŞ`ê şer dike hêza me ye, me rêk û rêbazên tektîkên DAIŞ`ê baş nas kiriye, li gorî wê jî em pîlanan amade dikin. Ji ber vê jî niha çeteyên DAIŞ`ê dixwazin bi rêk û rêbazên cûda pêşketina me rawestînin, lê nikarin vê yekê bikin. Ew yekemîn sekvantiyê, duyemîn jî mayînkirinê asas digrin. Her wiha bi giropên biçûk yên xwekuj û erebeyên teqemeniyê êrîş dikin. Bi van rêbazan êrîşî me dikin, lê hêza me ji van tiştan re hişyare û çekên di dest me de jî nahêle ku ev hewildanên wan pêk werin û ew nêz bibinʺ.

Hewlêr di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku wan xeta parastine a duyemîn a çeteyên DAIŞ`ê şikandine û wiha got:ʺEm dikarin bêjin ku xeta duyem hatiye şikandin jî ,lê tenê di hin cihan de şer heye û taxên di xeta parastina duyemîn de di dest me de ne û çete tê de şikestinʺ.

Di berdewamiya axavtina Hewlêr de hat gotin ku wan agahî girtiye ku derdora 500-700 çeteyên biyanî di bajarê Reqqayê de mane û ev tişt got:ʺ Di vî şerî de me gelek çete dîl girtin û li gorî agahî û belgeyên ji me re tên niha di bajar de ew hêza çeteyan nemaye, hêza di hundir de mayî jî piranî yê biyanî ne û hejmara wan derdora 500-700 çeteyî ye. Her wiha piraniya kesên herêmî ku DAIŞ`ê bi zorê tevlî xwe kirin  û kirin endamên xwe tên xwe radestî me dikin.

Moralê çeteyên DAIŞ`ê şikestiye û niha nikarin cebilxanê bigihêjne endamên xwe, ji xwe gelek hatin xwe teslîm kirin û  di demên pêş de em ê nasnameyên wan jî diyar bikinʺ.

Ji bo rewşa sivîlên Reqqayê jî Hewlêr wiha got:ʺ Dema me Reqqa dorpêç kir, di destpêke de  mijara rizgarkirina sivîlan di pîlana me de bû, ku çawa korîdorên bi ewle ji sivîlan re bê vekirin û cihên bi ewle hebin ku gel derbasî wir bikin. Pîlana me ya rizgarkirina sivîlan didome û niha cihên bi ewle hatin çêkirin û heta niha bi hezaran sivîl ji bajêr hatine rizgarkirinʺ.

Fermandarê QSD`ê Omer Hewlêr di dawiya gotinên xwe de wiha got:ʺ Ji ber hebûna sivîlan li hinek nuqteyan û parastina wan me şer daye seknandinʺ.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …