Hemleya Rizgarkirin Reqqa piştî 40 rojî-2

 

REQQA- Jiyana Neda û malbata wê beşek ji jiyana koçberên di kampa Eyn Îsa de ye, koçberên ku hejmara wan 7 hezar derbas kir, bi xelasbûna ji DAIŞ`ê kêfxweş in, lê çavên wan jî li bendêye ku warê wan azad bibeû vegerin malên xwe.REQA-HEMLEYA -RIZGARKIRIN ‫(174850561)‬ ‫‬

Şervanên QSD`ê rojan sivîlan ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar dikin û tenê duh 950 sivîl xelas kirin. Ji bo vê yekê jî QSD`ê tîmên taybet ava kirin e. Sivîlên ku tên rizgarkirin, piştî kontrolkirina di warê ewlehiyê de, li kampa bajarokê Eyn Îsa ku  49 km dikeve bakur rojavayî Reqqayê, bicih dibin. Li gor rayedarên Meclîsa Sivîl a Reqqayê derdora 7 hezar sivîl tê de hatin bicihikin û zêdetirî hezar çadirî hatiye vedan.

Çîroka Nedaya biçûk a 4 salî û malbata wê, êş û zehmetiyên koçberiyê radixe ber çavan. Dayika Neda Muna Ehmed da zanîn ku destpêkê lingê keça wê şikest, paşê jî nexweşiyeke derûnî pê re çêbûn û di encamê de, lingê Neda seqet ma. Dayikê da zanîn ku li kampê jî çend caran çûye serdana nûqteya tendirustiyê lê tu bersiv nîne.REQA-HEMLEYA -RIZGARKIRIN ‫(1)‬

Ev malbata han beriya meh û nîvekê ji taxa Esediyê ji Reqqayê derketin û berê xwe dan herêmên QSD`ê, Muna wiha behsa derketina ji Reqqayê kir: “Top li ber me ketin, em jî derketin. Me tiştek bi xwe ne anî, em bi meşê hatin û me xwe gihand van herêman, paşê jî em hatin kampê.”

Beşek ji ihtiyaciyên kampê ji aliyê rêxistinên alîkariyê tê û beşê din jî Meclîsa Sivîl a bajarê Reqqa pê re mijûl dibe û peyda dike.

Elûş: Têkiliyên me bi sivîlên di çemberê re hene û em rewşa wan dişopînin

Endamê Komîteya Têkiliyan a Meclîsa Sivîl a Reqqayê Omer Elûş da zanîn ku misyona wan a yekemîn bi welatiyên Reqqê bidin nasîn ku şervanên li hember DAIŞ`ê şer dikin, zarokên vî gelî ne.REQA-HEMLEYA -RIZGARKIRIN ‫(1)‬ ‫‬

Elûş destnîşan kir ku Meclîsê di warê ximetguzarî û tendirustiyê de gavên berbiçav avêtin û taybet ji ber demsala havînê û belavbûna nexweşiyan û wiha pê de çû: “Em çawa dizanin ku Meclîsa me karekî baş kiriye, dem gelê berê xwe dide vir, me buroyeke karkeran û sûkek di nava kampê de vekir.”

Endamê komîteya Têkiliyan diyar kir ku ew bi rêxistinên navnetewî re jî ketin nava têkiliyan û heta radeyek niha destek tê dayîn.

Derbarê daxuyaniya Netewên Yekbûyî a mayîn 30 heta 50 hezar sivîlî di bajarê Reqqa de, Elûş eşkere kir ku têkiliyên wan bi kesên di nava bajar de hene û weke Meclîs ew ji rewşa gel haydar in û dişopînin.REQA-HEMLEYA -RIZGARKIRIN ‫(174850562)‬ ‫‬

Herî dawî li ser vegera gel ji taxên rizgarkirî  û amadekirina zemînê vê yekê, Endamê Komîteya Têkiliyan ê Meclîsa Sivîl ê Reqqayê Omer Elûş da zanîn ku pîlanên wan ji bo vê yekê hene û piştî misogerkirina ewlehiya bajêr, welatî helbet dê vegerin û  li wir ji niha  dest bi rakirina mayînan ji nava bajêr hatiye destpêkirin.

   

 

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …