Helîkopterên Tirk çekên giran li navçeya Mabatayê dadixin

 EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundê Bedîna ya herêma Racoyê topbaran dike. Her wiha helîkopterên Tirk çekên giran li gundê Umera yê Mabatayê dadixin.

Li gorî agahiyên ku çavkanêyên  herêmê ragihandin, Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundê Bedîna ya Racoyê  topbaran dike. Her wiha balafirên keşfê li asîmanê herêmê digerin.

çavkanêyan diyar kirin ku helîkopterên Tirk li gundê Umera yê navçeya Mabatayê çekên giran ji artêşa dagirker û çeteyên wê re dadixin.

 

Check Also

Li Dêrezorê Di Operasyoneke Hevpar De 2 Çeteyên DAIŞ’ê Hatin Girtin

Yekîneyên Antî-Terorê “YAT” ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî û hêzên dijî-terorê …