EFRÎN – Hejmara şehîdên komkujiya ku balafirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker li gundê Gubelê yê Şêrawa pêk anî derket 8`an.
Îro balafirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker li gundê Gubelê komkujiyek derheqê sivîlan de pêk anî. Li gorî agahiyên destpêkê 3 sivîl şehîd bûn û 4 sivîlên din jî birîndar bûn. Piştî ku cenazeyên şehîd û birîndar gihîşt nexweşxaneyên Efrînê derket holê şehîd û birîndar ji heman malbatê ne.
Ekîpên rewşa awarte li cihê komkujiyê lêgerîn dane destpêkirin û di encamê de cenazeyên 5 sivîlên din ku xizmên hev in ji bin enqazan hate derxistin. Şehîdên ku hatin derxistin sê jin in û du jê zarok in.
Xebatên lêgerînê yên ekîpên rewşa awarte li cihê komkujiyê didome.