Hejmara qurbaniyên komkujiya  Efrînê zêde bûn

 EFRÎN –  Hejmara qurbaniyên komkujiya gundê Cilbere yê Şêrawa derket 7`an.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li gundê Cilbere li dijî sivîlan komkujiyeke pêk anî û  di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 11 sivîlên din jî birîndar bûn.

Çavkaniyan ji Efrînê raghandin ku piştî Heyva Sor a Kurd kesên di bin enqazan de derxistin, hejmara qurbaniyên komkujiya gundê Cilbere derket 7`an piraniya wan ji malbatekê ne. Her wiha hejmara birîndaran jî derket 12 ku ji 6 jê zarok in.

Tê gotin ku rewşa birîndaran ne baş e.

 

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …