Hejmara birîndarên Cindirêsê zêde bû

 EFRÎN – Hejmara welatiyên ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser navenda Cindirêsê de birîndar bibûn, derket 3`yê birîndaran.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro navenda herêma Cindirêsê topbaran kir. Di encamê de welatiyekî sivîl şehîd bû, sê welatiyên din jî bi giranî birîndar bûn.

Her sê birîndar ku niha li nexweşxaneyên Efrînê têne dermankirin navên wan wiha ne: Mihemed Ferîd Yûnis 18 salî, Kamîran Nûrî Hisên 27 salî, Mihemed Umer 28 salî.

Li gorî bijîşkan, rewşa Mihemed Umer xeter e.

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …