Guman hene artêşa Tirk çekên qedexe li dijî sivîlan bikar tîne

EFRÎN – Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn guman kir ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê çekên ku dewletên navnetewî qedexe kirine li dijî welatiyên sivîl ên Efrînê bikar tîne û diyar kir ku ev yek di birînên gelek sivîlan de piştrast dibe.

Berxwedana serdemê ya Efrînê di roja xwe ya 10’emîn de li dijî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê berdewam dike. Artêşa Tirk ji destpêka êrîşa xwe ve deverên welatiyên sivîl armanc dike û balefir û çekên giran bikar tîne. Ev hovîtiya artêşa Tirk li dijî welatiyên sivîl ji aliyê nûçegihanê kanala TRT Habar a girêdayî hikûmeta AKP’ê ve hate piştrastkirin ku têde eşkere kir ku artêşa Tirk ji bo derbasî herêmê bibe gundên sivîlan armanc dike û bi vê yekê hemû îdîayn rayedarên Tirk derewandin.

Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn guman kir ku li gorî birîndarên hatine nexweşxaneyê, artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê çekên ku dewletên navnetewî qedexe kirine li dijî welatiyên sivîl ên Efrînê bikar anîne û bi taybet çeka “Napalm” li dijî welatiyên Reco bikar aniye.

Girêdayî mijarê Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) wêneyên cenazeyên di êrîşa balefirên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dane wergirtin û li ser laşên wan şewat û hin diyardeyên ne normal diyar dibin û çermê piraniya wan hatiye gorandin.

Rêveberiya nexweşxaneya Avrînê di civîneke çapemeniyê de îro ragihand ku ev cara yekemîn e birîndarên bi vî rengî tên nexweşxaneyê û laşê piraniya birîndaran şewitî ne û wiha got: “Me ev mijar lêkolîn kir û rapora xwe ji aliyên navnetewî yên peywendîdar re şandin da ku ji aliyê wan ve jî bêne lêkolînkirin û madeyên di bombebaran û topbaranê de hatine bikaranîn bêne naskirin.”

Rojnameya “Sunday Express” a Birêtaniyayê artêşa Tirk di derbarê bikaranîna çekên Napalm de li dijî welatiyên Efrînê tewanbar kir.

 

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …