Gropên nû yên sekvanên YPG/YPJ`ê gihiştin Reqayê

 Duh bi şev gurupên din ên sekvanên YPG/YPJ`ê gihîşt bejarê Reqayê û berê xwe dan eniyên pêş ên şer.

Fermandarê komekê da zanîn ku ew hejmara sekvanan zêde dike, ji ber ku çete sivîlan weke mertalên zindî bikar tînin, çekên giran jî jiyana sivîlan dixe xeteriyê û bi çeka sekvantiyê dikarin ji dûr ve çete bên nasîn.

Fermandarê komê destnîşan kir ku şerê sekvantiyê ne şev û ne jî roj ranaweste û ew li 6 taxên ku şer tê de diqewime belav dibin, taybet jî li taxên navrasta bajêr ji ber ku sivîl tê de asî mane.

Di heman çarçoveyê de û ji bo nasîna cihê çeteyan şervanên QSD`ê û koalîsyona navnetewî balafirên keşfê bikar tînin û cihên çeteyan tesbît dikin. Dîsa beriya demekê balafirên koalîsyonê bi balafiran belavok belav kirin û ji gel daxwaz kir ku ji saetên şev heta sibehê tevnegerin.

Check Also

Li Dêrezorê Di Operasyoneke Hevpar De 2 Çeteyên DAIŞ’ê Hatin Girtin

Yekîneyên Antî-Terorê “YAT” ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî û hêzên dijî-terorê …