Gelê Dêrazorê du şervanên QSD′ê oxir kirin

 REQA – Li goristana Şehîdên Reqayê 3 cangoriyên azadiyê  yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de gihîştin asta şehadetê bi merasîmeke biheybet hatin oxirkirin.

Îro bi sedan gelê Reqa û gundewarên wê 3 şehîdên QSDꞌê ″Ehmed Ebdullah (Ehmed Reqa), Cemal Silêman (Cemal Reqa) û Hemza Casim El-Mihemed (Hemza) yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, oxir kirin. DIRALZOR-OXRKIRNA-SAHIDA (2)

Girseya gel li pêşiya nexweşxaneya giştî (Wetenî) ya Bajarê Girê Spî kom bûn. Cenazeyên şehîdan wergirtin û bi karwaneke ji dehên tirimbêlan ber bi goristana Şehîdên Reqayê ya li Gundê Hikûmiyê ve çûn.

Dema ku girseya gel gihîşt Gundê Hikûmiyê, bi dehan xelkê herêmê pêşwaziya wan kirin. Rêhevalên şehîdan canezeyên wan hilgirtin ser milên xwe û berê xwe dan dika şehîdan.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre QSD toraneke leşkerî li dar xist û gelek axaftin hatin kirin.

Bi navê hêzên QSDꞌê Ebdilqadir Remo axivî û got, “Em bejn û bala xwe li ber mezinahiya şehîdên berxwedan û azadiyê ditewînin. Em di kesayeta şehîdên xwe de hevalên xwe yên ku beriya wan şehîd bûne bi bîr tînin. Bila serê dayîk û malbatên şehîdan sax bin. Em dibêjin bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd. Ne tenê bi axaftinan, bi rastî şehîd di dilê me de dijîn. Em bi saya wan jiyan dikin. Em ê bi şehîdan bi ser bikevin û xewnên zarokên xwe pêk bînin.”

Piştre bi navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Mihemed El-Hewaş axivî û got, “Bila serê me û serê malbatên şehîdan sax bin. Bi navê Meclîsa Sivîl a Reqayê em soz didin ku em ê dilsozên xwîna pakrewanên xwe bin. Şehîd canê xwe di ber rûmeta me de dane. Bi saya şehîdan em ê pêşerojeke xweş bibînin. Em bang li hemû gelê Sûriyeyê dikin ku vegerin welatê xwe, piştgiriya hêzên xwe bikin û welatê xwe biparêzin.”

Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Fatma El-Îsa axivî û destnîşan kir ku şehîd navên xwe bi tîpên zêrîn li ser rûpelên dîrokê nivîsandin, ji ber ku canê xwe ji bo azadiya gelan feda kirine. Fatma da zanîn ku ew soz didin şehîdên xwe ku ew ê heya serkeftinê, şopdarên riya wan bin.

Piştî axaftinan, wesîqeyên şehîdan ji hêla Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Li goristana Şehîdan, bi tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên silavkirina şehîdan, gel cenaziyên şehîdan spartin axê.

 

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …