Goristana Şehîd Delîl Sarûxan cenazeyên du şehîdan hembêz kir

 QAMIŞLO – Bi hezaran cenazeyên şervanên YPG‘ê Dilbirîn Girbawî (Birîn Xelîl) û Beşar El-Ubeyd (Egît Qamişlo) yên di 11‘ê Çileyê de di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir kirin.

QAMISLO-MERASIMA-SEHIDA (1)

Bi hezaran cenazeyên herdu şervanan ji Mala Gel a taxa Enteriyê wergertin û bi kerwanekê erebeyan ber bi goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê. Girse di wê navberê de dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re beriz kirin.

Li goristanê merasîmeke hate lidarxistin. Merasîm bi tûraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ û YPG‘ê ve dest pê kir.QAMISLO-MERASIMA-SEHIDA (4)

Piştre axaftin hatin kirin. Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Nesrîn Yûsif sersaxî ji malbatên şehîdan re xweset û ev got “Bi xwîna ciwanên ji hemû pêkhateyan em li ser vê axa pîroz kombûne. Şoreşa me şoreşa gelên azadîxwaz û biratiyê ye. Di vê şoreşê de cudahî di navbera kurd û ereb, muslim û xiristiyan de tuneye. Vaya îro em du şehîdan yek kurd û yek ereb oxir dikin, herduyan ji bo parastina vê welatî şehîd bûne. Em di wê baweriyê de ku dê şoreşa me bi ser bikeve.”

Bi navê malbata Şehîd Dilbirîn Girbawî birayê wî şervanê YPG‘ê Bahoz Girbawî jî axivî û got “Em sersaxiyê ji gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê dixwazin û soza xwe ya bi şehîdan re nû dikin. Dirûşmeya me tim û tim serkeftin an serkeftin e.”

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Zîwer Şêxêmûs nasnameya şehîdan xwend û radestî malbata wan kir.

Rêhevalên herdu şehîdan cenazeyên hevalên xwe li ser milê xwe hilgirtin û di nava dirûşmeyan spartin axê.

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …