Gorên şervanên YPG û YPJ’ê yên li Pirsûsê hatin şikandin

NAVENDA NÛÇEYAN – Neh gorên şervanên YPG û YPJ’ê yên li Şehîdgeha Kobanê ya li Pirsûs a Rihayê hatin şikandin û li ser wan nivîs hatin nivîsin.Gorên şervanên YPG û YPJ’ê yên li Pirsûsê hatin şikandin (2)

Gorên şervanên YPG û YPJ’ê yên ku di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dabûn hatin şikandin. Gorên 9 şervanên YPG û YPJ’ê yên li Goristana Kobanê ya li Pirsûsê ya Rihayê ji hêla kesên ku nasnameyên wan nediyar ve hatin şikandin û nivîs li ser wan hatin nivîsîn.

Li gorî şahidan piştî ku kevirên goran hatin şikandin 2 rojan komeke zilaman ên cil û bergên sivîl li wan bûn hatin goristan kontrol kirine. Rêxistina Navçeyê ya Pirsûsê ya DBP’ê diyar kir hemû gor ên şervanên Rojava bû û di demeke kurt de wê gorên ku hatine şikandin nûjen bikin.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …