Gera di nava bajarê Reqqayê de wiha bû

 

REQQA – Welatiyên li ber mirinê bûn, ji aliyê şervanan ve hatin rizgakririn û jiyana wan ji aliyê şervanên QSDʹê ve hate parastin.REQQA-RIZGARKIRNA-KOCBERAN-BERDEWAME ‫(227672578)‬ ‫‬

Di roja 18ʹê hizranê de, sibeha roja yekşemê bi aramnca şopandina Hemeleya Reqqayê me berê xwe da xetên pêş ên şervanên QSDʹê yên li bajarê Reqqayê.Em bi şervanan re di taxa El-Sebahiyê ya rojavayê bajarê Reqqayê re derbasî bajar bûn. Şervanek YPG û Şervanek YPJʹê bi me re derbasî taxa El-Sebahiyê ku şervanan di 8ʹê hizêranê de rezgar kiribûn. Em li dawiya taxê rawestiyan heta hêzên QSDʹê ji me rê vekirin ku em derbasî taxa El-Romanî ku di 11ʹê hizêranê de ji aliyê şervanan ve hatibû rizgarkirin. Li vir ji ber balafireke keşfê ya DAIŞʹê ku bombeyan jî davêje li ser herêmê digeriya, em bi qasî saet û nîvekê rawestiyan. Piştî rawestandina saet û nîvekê em derbasî nava taxa El-Romanî bûn. Ji ber şerê li taxa hitîn û El-Diriya şer hebû û ji ber ku qenas li ser avahiyên bilind hebûn, em ne dikarîn pêş ve herin.

Di vê kêliyê de komeke ku ji sê şervanan pêk tê ji eniyên herî pêş vegeriya.  Westandin li ser riwê şervanan diyar bû. Şervan di şeva derbasbûyî de di taxên rojava de çalakî dikirin, çalakiyên wan heta saetên sibê dewam kir.

Piştî demeke kurt, dengê teqînê û guleyan hat. Ne bombebarana balafirên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞʹ bû. Şervanan gotin ku ihtîmale mayînên ku çeteyan ji sivîlan re danîbûn bin. Paşê agahiyek hat ku şervanan di taxa Deriyê de xetek pêşî ya çeteyên DAIŞʹê şikandine û wan hejmarek welatiyên sivîl ku di taxê de hatbûn çemberkirin, rizgar kirin.

Piştî agahiyên bi 20 deqeyan, me dît hin welatiyên sivîl ku alên spî di destê wan de ye ber bi me ve hatin. Sê malbatên ku ji 21 kesan pêk dihatin, piraniya wan jin û zarok bûn. Şervanên QSDʹê li gel wan bûn. Di vê navberê de şervanê bi navê Reşo berê xwe da wan. Reşe bi sivîlan û parstina wan ve eleqedar dibe. Reşo sivîl ji hevalê xwe yê şervan wergirt da ku wan bighîne cihên bi ewle.

Westandin û tirs li ser riwê welatiyên sivîl diyar bû, ji bo xwe bighînin şervanan gelekî meşiyan da ku li mayînên DAIŞʹê rast neyên. Jinan hin tiştên nuximandinê, alavên malê û cil di destê xwe de rakirbûn.REQQA-RIZGARKIRNA-KOCBERAN-BERDEWAME ‫(227672579)‬ ‫‬

Dema em ber bi wan ve çûn, ji me re gotin ku di navbera wan û mirinê de çend saet mabûn, lê şervanên QSDʹê wan rizgar kirin û jiyana wan ji mirinê xilas kir. Welatiyên sivîl destnîşan kirin ku rewşa di taxên Reqqayê de pir zehmet û dijware û gotin ku çete sivîlan di taxên Reqqayê de xistine çemberê. Sivîlan her wiha dane zanîn ku çete riyên derketina ji taxan mayîn dikin da ku kes nikaribe ji taxan derkevin.

Em nikarîbûn gelekî bi sivîlan re bimînin. Ji ber ku balafireke keşfê ya DAIŞʹê li herêmê difiriya. Reşo ji sivîlan xwest ku li pey wî bimeşin. Ji wan re got ku xwe ji şopa wî bernedin, ji ber ku dibe ku çeteyan rê mayîn kiribin.

Şervanê QSDʹê Reşo dema li pêşiya welatiyan dimeşiya ji wan re digot, em birayên we ne, e ji bo rizgakririna we hatine vir, ji bo parsitna we divê hûn telîmatan pêk bînin da ku em bi selametî bighîjin herêmên bi ewle. Sivîlan gotin ku ew dixwazin ber bi gundê Hawî El-Ewav ve biçin. Reşo jî bersiva wan bi gotine ku ew ê wan bibe cihê bi ewle ku ew dixwazin.

Dema em bi şervanê QSDʹê Reşo û sivîlan re di rê debûn, agahî li ser bêtêlê hat ku balafireke keşfê ya DAIŞʹê li ser serê me digere. Reşo ji sivîlan daxwaz kir ku tevgera xwe zû bikin, piştî derdora 15 deqeyan hate gotin ku balafir çû. Reşo sivîl gihandin noqteya dawî ya taxa El-Sebahiye, ji wir welatî li kampa nêzîk hatin bicihkirin. BI vê yekê welatî gihiştin herêmên bi ewle.

Ji ber dijwarbûna şer me xwe ne gîhand taxa Diriya ku şer lê diqewimî û qenas li ser avahiyan bi cih bibûn.

 

 

ÇAVKANÎ:HAWAR

 

Check Also

′Tirkiyê li hember zagonên navneteweyî ne rêzdare′

CEFER CEFO EFRÎN – Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê Mihemed Cemîl êrîşên artêşa …