Gelê Reqayê cenazeyê 6 şervanên QSD oxir kirin

REQA – Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa cenazê 6 şervanên QSD`ê oxirî goristana Şehîdên Reqayê kirin ku cara yekemîn şehîd lê tên definkirin.REQQA-MERASIME-6-SEHIDAN-LI-GORISTANA-REQQAYE4

Bi sedan welatî li pêş nexweşxaneya niştimanî ya bajarê Girê Spî civiyan, cenazê tekoşeran Mehmûd Şeiban, Xelîl El-Ebo, Elai El-Ebo, Mihemed Faris, Hemed Îsa û Îsa Nasir ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd ketin wergirtin û bi karwanekî erebeyan ber bi gundê El-Hikumiyê yê 20 km dikeve bakurî Reqayê birê ketin.

Li gund karwanê erebeyan ji aliyê gel ve bi diruşmeyan hate pêşwazî kirin.REQQA-MERASIME-6-SEHIDAN-LI-GORISTANA-REQQAYE8

Li goristanê merasîman bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, şervanên QSD`ê torenek leşkerî lidarxistin û Endamê Malbatên Şehîdan li Reqayê Mesûd Mihêsin axivî û da zanîn ku van lehengan li hember hêza herî terorî di cîhanê de şer kirin.HESEN

Her wiha Endamê Komîteya Siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Hesen Mihemed Elî axivî û di giyana van şehîdan de, hemû şehîdên azadiyê bibîr anî û destnîşan kir ku wan riya rumetê hilbijartin.

Di dawiyê de nasnameya her 6 şehîdan hat xwendin, radestî malbatê hat kirin û cenazeyê 6 cangoriyan li goristana Şehidên Reqayê hatin definkirin.

Cara yekemîne ku şehidên Reqa li goristana bi navê Şehîdên Reqayê tên oxir kirin.

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …