Gelê REQA Ji Hêza Jinê Bawer Kir

Zagros Qamişlo

Ji bona pêngava Rizgarkirina Bajarê Reqa, dema ku behsa Reqayê dihat kirin, her kesekî gavên xwe paşde davêt, lê belê em wek hêzên YPG’ê û YPJ’ê me pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê ku navenda çeteyan bû . Bi taybet wek jin me cihê xwe di nav de girt. Pêngava Reqa bi rengekî sê merheleyan pêş ket. Merheleya yekemîn heta “Kerêma” merheleya duyemîn “Kerêma heta bajêr” di merheleya siyemîn de jî em derbasî bajar bi xwe bûn.

Weke rêxistin bajarê Reqayê rizgar kirin ji bona tevgera me serkeftineke pir mezin bû, di heman demê de ji bona civaka ku di bin zextên DAİŞ’ê de mabûn jî dihat wateya rizgarî û azadiyê. Çeteyên DAİŞ’ê bi salan xwe di Reqayê de bi rêxistin kiribûn lê di pêşengtiya jinê de tekoşîneke pir mezin hat meşandin. Bi dehan jinên Kurd û Ereb di bajarê Reqa de hatibûn firotin, qetilkirin û hatibû bêvînkirin.

Lê me weke jin di vê pêngavê de cihê xwe girt û em bi ser ketin. Dema ku dayîk û keçan bi hêviyên mezin gavên xwe ber bi me ve davêtin ew gav avêtinên wan ên bi hêvî ji bona me dibû çavkaniya hêzê. Hevalên me yên jin di pêngava Reqa de rolên xwe leyîstin. Ji koordînê bigre heta weke fermandarên groban di nava şer de, bi erka xwe rabûn. Me bedel didan şehadet û birîndarên me çêdibûn lê her gavekê dema ku em pêş de diçûn ji bona me kelecana rizgarkirina her bostek axê pir mezin bû. Careke din di Reqayê de tevahî cîhanê di şênberiya sekna jinê de rastiya jina bi rêxistinkirî dîtin. Gelê Reqqa ji hêza jinê bawer kir. Çeteyên DAİŞ’ê bi tevahî teknîka xwe ya ku di destê wî de heyî êrişî me dikir lê bele, hêza jinê tu sînor nas nekir. Ji ber ku me xwe di serkeftinê de mifte kiribû.

Rizgarkirina bajarê Reqa ji aliyekî ve hişmendiya zilam bi bin xistibû. Di tevahî eniyên heyî de jî jinê cihê xwe tê de girt. Em bi xwe jî di wê zanistê de bûn ku ew pêngav di her alî de ji bona jinê wê serkeftinan bi xwe re misoger bike.

Şehîda yekemîn hevala jin ku şehîd bû şehîd Hebûn bû. Dema ku heval Hebûn şehîd ket min hîn zêdetir hêrs girt. Piştî ku bajar hat rizgarkirin dema ku em çûn Reqa gel xwe bi hêz kiribû û li hemberî şervanên xwe bibûn xwedî baweriyeke pir mezin. Piştî ku me bajarê Reqqa ji çeteyan paqij kir, tişta ku me dixwest em di civakê de pêş bixin; her demê em di nava hewldanên jin bi zanist kirin û bi hêz kirinê de bûn.

Armanca şehîd Hebûn ew bû ku jin xwe bi xwe bi rêve bibin, bibin xwedî vîn. Her dema ku gropek pêş de biçûya şehîd Hebûn bi kelecana rizgarkirina gel û jinan xwe dixist nava giropê de. Şehadetên ku hatin jiyankirin li ser me bandorî dan avakirin lê bele, di aliyê din de li hemberî çeteya hêrsa me ya tolhildanê mezin bû. Ew hêrsa me ya ku mezin bû hişt  em di roja îro de bajarekî weke bajarê Reqqa ji çeteyan paqij bikin û dayîk, zarok û gelê wê derê bigihîjînin azadiya wan. Ev tevahî jî di encama keda rêhevalên me yên şehîd de hat   bidestxistin.

Rêvan Reqqa

Ez li bajarê Reqa mezin bûm. Di sala 2013 an de çete derbasî Reqa bûn. Min rastiya çeteyan bi xwe dît û ez bûm şahidê nêzikatiyên wan ên ku li hemberî jinê dikirin. Li ser van bingehan min biryara tevlîbûna nav refên YPJ’ê da. Pêngava Xezeba Firatê gelek girîng bû, ji ber ku ew gelê li wir her roj dihatin qetilkirin û bi zilma çeteyan re rû bi rû dihatin.

Weke jin di nava wî şerî de cihê xwe girtin û di şahidiya tevahî cîhanê de di navenda çeteyan de li hemberî wan sekinandin û şer kirin ji bona me kelecaneke pir mezin bû. Ev ne tenê di aliyê me de wiha bû di heman demê de ji bona tevahî gelên ku li benda azadiya xwe bûn jî kelecan û hêviyeke pir mezin dida ava kirin.

Şervanên YJŞ’ê jî tevlî pêngava rizgar kirina Reqa bûn. Sedemên tevlîbûna şervanên YJŞ’ê ji pêngava Reqayê re,  di bingeh de tolhildana jinên Êzîdî bû. Ji ber ku çeteyên Daîş piranî jinên Êzîdî di Reqa de firotin û qetilkirin. Ji ber vê jî şervanên YJŞ’ê û YPJ’ê hêza xwe kirin yek û li hemberî dijminekî weke DAİŞ’ê sekinîn û bi bin xistin. DAİŞ’ê ji hêza jinê pir ditirsiya. Heta ewqas ditirse ku naxwaze bi çeka şervaneke jin werê kuştin. Axeke ku were dagirkirin an jî gelekî ku di bin zextan de were hêştin em weke şervanên YPJ’ê ji xwe re qebûl nakin.

Bê gûman gelek pêngav hatin lidarxistin û gelek serkeftin hatin bi estxistin lê belê, bandoriya pêngava Reqayê li ser civakê da avakirin cûda bû. Ji derveyî şervanên YPG’ê û YPJ’ê tu hêzî nikarî li hemberî çeteyên DAİŞ’ê bisekine û bi wêrekiyeke mezin şerê hebûnê bide meşandin.

Me gelek bedelên giranbuha dan lê bele, ji bona azadiya gelan emê heta dawî tekoşîna xwe bidin domandin û bibin şopdarên Şehîdên xwe. Jin ji bona ku xwe biparêzin û bibin xwedî hêz pêwîste xwe bi rêxistin bikin.

 

Ronahî Kato

Sedemê destpêkirina me ya rizgarkirina bajarê Reqa di bingeh de dawî li zilma ku li ser gel tê meşandin anîn bû. Piştî ku pêngav hat bi dawî kirin mirov di kêfxweşiya gel de jî didît ku ji bin zilmeke çawa hatine xilas kirin. Gel bi xwe jî ew kêfxweşiya xwe dianî ziman. Ji bona ku jin bikaribe li hember dijminekî weke Daîş bisekine dest pê kê pêwîste xwe bi rêxistin bike û tişta ku me jî kir ev rastî bû. Ev hêza xwe bi rêxistin kirin dihêle ku jin di vê astê de serkeftinan bi ser bixe. Di roja îro de jî ji bona ku em bikaribin jinên di bin zilmê de mane xilas bikin bê teredud bi ser dijmin de diçin. Tişta ku di vir de derdikeve, rastiya jinê ye. Gelê Reqa ji hebûna jin a di nava şer de kelecan û hêzeke mezin digirtin. Piştî rizgar kirina bajarê Reqayê tevahî cîhan hîn zêdetir li hemberî şervanên YPG û YPJ’ê bi hesab nêz bûn. Ji ber ku wan bi xwe jî hêza jinê ya rastî dîtin.

Di roja îro de dema ku em kêfxweşiya li ser rûyê dayîk, zarok û gelê Reqa dibînin em encamê keda xwe dibînin. Ev jî bi saya keda ku di pêşengtiya şehîdên me û jinê de hat dayîn hat bi dest xistin.

Gelek hevalên me yên şehîd, birîndar û gazî çêbûn lê her dema ku hevalekî/ê me xwîna xwe dirijand ji bona me dibû hêza ku em hîn zêdetir bi awayekî çalak li hember dijmin tekoşîn bikin.

 

  Navenda Ragihandina YPJ’ê

Check Also

Dİ GOVENDA AZADİYÊ DE

Di Govendê De Kesek Ji bona her şoreşgerekê/î şoreş weke ezmûnekê ye. Şoreşa Rojava jî …