Gelê Qamişlo: Em ê li gel YPG/YPJ′ê bajarê xwe biparêzin

QAMIŞLO – Şervanên YPG′ê û gelê bajarê Qamişlo diyar kirin ku ew amade ne bersiva êrîşên Artêşa Tirk a dagirker bidin.

Artêşa Tirk a dagirker îro di saetên sibehê de, topên hawanan avêtin taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo. Di encamê de malên welatiyên taxê hatin rûxandin.

Şervanên YPG/YPJ/QSD′ê bersiva topbaranê dan û şêniyên bajêr yekser çekên xwe hilgirtin û berê xwe dan eniyên pêş ên li ser sînor, da bersiva êrîşên Artêşa Tirk a dagirker bidin.

QAMISLO- WELATIYAN -BI -EM HAZIRIN-JI PARASTINE ‫(38470151)‬ ‫‬

Şervanên YPG′ê û şêniyên bajêr ên li ser sînor bi cih bûne, peyama berxwedanê dan.

Şervanê YPG′ê Elî Gulo da zanîn ku armanca Artêşa Tirk a dagirker ji van êrîşan vala herêmê ji gel e û wiha got, ″Em amade li hember top û tankên dewleta Tirk li ber xwe bidin.″

Elî anî ziman ku çawa çeteyên DAIŞ′ê bin ketin, wê Erdogan û çeteyên wê jî bin bikevin û ev bang kir, ″Banga min ji gelê Qamişlo û tevahî gelê Sûriyê re heye ku dilê xwe rihet bikin, ji be em ê ji êrîşên dewleta Tirk re bibin bersiv.″

QAMISLO- WELATIYAN -BI -EM HAZIRIN-JI PARASTINE ‫(38470153)‬ ‫‬

Welatiyê bi navê Zîwer Seîd ê ji taxa Hilêliyê jî got ku dema ew li mala xwe rûniştîbûn, topên Artêşa Tirk li mala wan ketin û ziyan gihîşt male.

Zîwer anî ziman ku ew ê li gel şervanên YPG/YPJ′ê bajarê xwe biparêzin û wiha axivî, ″Topên dewleta Tirk me natirsînin.″

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …