Gelê Kobanê cenazeyê şehîd Zuhêr oxir kirin  

KOBANÊ – Bi hezaran gelê Kantona Kobanê cenazeyê şehîdê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Zuhêr Kobanê li Goristana Şehîd Dicle oxir kir û nasnameya Ahîn Mihemed a ku di Berxwedana Serdemê şehîd de bûye, hate ragihandin.

Girseya gelê Kantona Kobanê li pêşiya Goristana Şehîd Dicle kom bû, bi dirûşme û tîlîliyên dayîkan, cenazeyê şehîd Zuhêr Axasî (Zuhêr Kobanê) yê ku li Eyn Îsayê di dema pêkanîna peywirên xwe yên leşkerî de gihîşt asta şehadetê, pêşwazî kir.

Bi hezaran gelê Kantonê, Endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên saziyên sivîl, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongreya Star, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlehiya Hundirîn beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.

Gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan bilind kirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Hêzên Ewlehiya Hundirîn toraneke leşkerî li dar xist. Piştre bi navê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Herêma Firatê Salih Kobanê axivî. Salih sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest, piştgiriya bi Berxwedana Serdemê û gelê Efrînê yê berxwedêr re tekez kir. Salih da zanîn ku Efrîn ne bi tenê ye û diyar kir ku gelê Kobanê bi hemû pêkhateyên xwe bi Efrînê re ye.

Bi navê YPG/YPJꞌê Dilbirîn Kobanê derbarê êrîşên Dewleta Tirk a dagirker de axivî û wiha anî ziman, “Em ê li hemberî dagirkeriya Tirk a ji derveyî rêgezên mirovî û exlaqî û pêkanîna komkujiyan li ser gelê sivîl, rawestin.”

Dilbirîn bi moralekî bilind diyar kir ku yekîneyên parastinê hêza xwe ji vîna gelê xwe digirin û di dawiya axaftina xwe de soz da ku ew ê riya şehîdên xwe bernedin û tola wan hildin.

Piştî axaftinan nasnameya Şehîd Zuhêr ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. Her wiha nasnameya şehîda Berxwedana Serdemê  Ahîn Mihemed (Arîn Kobanê), hate ragihandin.

Bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”  û tîlîliyên dayîkan, gel cenazeyê şehîd Zuhêr spart axê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …