Gelê Efrînê şehîdên xwe oxir kirin

EFRÎN – Şêniyên Kantona Efrînê cenazeyên 16 şervanên azadiyê oxir kirin û soza şopandina riya wan dan.EFRIN-OXIRKIRINA-16-SEHIDEN-BERXWEDANA-SERDEME (1)

Bi sedan şêniyên Kantona Efrînê cenazeyên şervanên QSD/YPG/YPJ′ê û Hêzên Xweparastinê ″Mihemed Şêxo (Rêbar Kobanê), Elî (Egîd), Xetîb (Karker Kurdistan), Behrî (Tolhildan Agir), Egîd Mihemed (Egîd Efrîn), Ehmed Sîno (Mustefa Efrîn), Ebdulrehman Nesan (Xelîl Efrîn), Şorzan, Azad Micîco (Azad Efrîn), Ehmed Sultan (Namir Çiya), Ebdullah Xelo (Şervan Berçem), Gulbihar Ebdulreman (Berfîn Amed), Hêvîn Îbiş (Viyan Soran), Rokan Hebeş (Zên Efrîn), Mihemed Mûsa û şehîdê sivîl Mehmûd Berazî″ ji nexweşxaneya Avirîn wergirtin û ber bi goristana Şehîd Avesta Xabûr a dikeve gundê Kefer Şêlê ve ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêz dest pê kir, piştre Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Racoyê Hacer Miho axivî û da zanîn ku dayîkên şehîdan şopdarên riya zarokên xwe ne. Hacer wiha domand, ″Gelê Efrînê li hember êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke bêhempa didin meşandin û wek şêran axa welatê xwe diparêzin.″

Di berdewama merasîmê de Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM′ê Asya Abdullah jî axivî û diyar kir ku gelê Efrînê di roja 28′emîn de li hember top û bombeyên dewleta Tirk li ber xwe didin û serkeftinê mezin bi dest xistin. EFRIN-OXIRKIRINA-16-SEHIDEN-BERXWEDANA-SERDEME (3)

Asya her wiha anî ziman ku Berxwedana Serdemê planên AKP′ê yên guhertina demografiya herêmê bin xistin.

Asya diyar kir ku Efrîn beşek ji axa Sûriyê ye wiha got, ″Axa Efrînê bi xwîna zarokên wê yên ku li eniyên pêş şerê rûmetê dikin, hat avdan.″

Di dawiyê de cenazeyên cangoriyan li goristanê hatin veşartin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …