Gelê Ebû Xeşeb cenazeyên 4 têkoşeran oxir kirin

REQA – Şêniyên gundê Ebû Xeşeb ê girêdayî bajarê Dêrazorê cenazeyên 4 şervanên QSD′ê oxir kirin. 

REQA-MRASIMI-4-SAHIDAN ‫(1)‬

Bi sedan şêniyên gund cenazeyên şervanên QSD′ê ″Zekeriya Xerabe (Zekûr), Ibrahîm Ebdullah (Ebû Dêr), Yasir Efenîs (Baran), Hesen Sebah (Bilbil)″ ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, li goristana Şehîd Xidir Hemada oxir kirin.

Merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre bi navê Komîteya Yekîtiya Ciwanan, buroya Jinê ya Dêrazorê, Meclîsa Zagonsaz a Dêrazorê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbatên têkoşeran re hat xwestin û bal hat kişandin ser lehengiya cangoriyên azadiyê di çeperên şer de.

Her wiha di axaftinan de hat gotin ku Efrîn warê berxwedanê û fedekaran e.

Di dawiyê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên  hatin kirin û cenazeyên di nava tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hatin veşartin.

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …