Foca yekemîn a bajarê Heseke hat îlankirin.

HESEKE- Fermandariya Giştî a Yekîniyên Parastina Gel (YPG) foca yekem a bajarê Heseke bi merasîmeke îlan kir.

HSK-ELANE-FOC ‫(3)‬ ‫‬

 

 

 

Fermandariya Giştî ya YPG`ê bi merasîmeke ku Fermandar û şervanên YPJ/YPG`ê tevlîbibûn foca yekemîn a bajarê Heseke ku 500 şervan tevlîbûne bi navê Şehîd Jiyan Cûdî û Doxan Fadil îlan kir. Merasîm li taxa El-Talayie ya bajarê Heseke hat lidarxistin.HSK-ELANE-FOC ‫(1)‬

Merasîm bi toreneke leşkerî ya ku şervanên focê lidar xistin, destpê kir. Piştî torena leşkerî Fermandara YPJ`ê Mehabad Koçer axivî û Şoreşa Rojava ya 19`ê Tîrmehê pîroz kir.

Di berdewamiya gotinên Mehabad Koçer ji bo Şoreşa 19`ê Tîrmehê wiha got:ʺ Şoreşa Rojava bû mînaka demokrasî, azadî û biratiya gelan. Şoreşa ku li ser bingehê fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkirî ji bo biserbikeve bi hezaran şehîdên me canê xwe feda kirin.

Di berdewamiya gotinên Mehabad de hat gotin gelên Rojava li hemberî êrîşên hêzên weke dewleta Tirk a dagiker, Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û çeteyên DAIŞ`ê yên ku dixwestin îradeya gel bişkînin, bi yek fikirî û îradeyeke xurt li ber xwe dan.

Fermandara YPJ`ê Mehabad Koçer di dawiya gotinên xwe de soz da ku riya cangoriyan bişopînin, herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin.

Piştî ku axavtina Fermandara YPJ`ê Mehebad Koçer bi dawî bû şervanên ku tevlî focê bûn soza xwe dan merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …