Fermandariya YPJ`ê şehîdên pêngava rizgarkirina Tebqayê bi bîr anî

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPj  – Fermandariya Giştî ya YPJ`ê şehîdên pêngava rizgarkirina Tebqayê bi bîr anî û banga tevlîbûna li merasîmên wan kir.

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi daxuyaniyeke nivîskî cangoriyên pêngava Tebqayê bi bîr anî û ji malbatên wan re sersaxî xwestin.

YPJ`ê destnîşan kir ku di vê berxwedanî û qehremantiya ji 21’ê Adarê û heta roja îro de bêguman gelek kuştî û birîndarên komên çete û hevkarên wan çêbûn û got:”Di vê hemleya dîrokî de ya ku bi berxwedaniyekî mezin tê meşandin 6 hevalên jin bi qehremanî şehîd ketin”.

YPJ`ê navê şervanên ku di pêngava rizgarkirina Tebqayê de şehîd ketin bi bîr xist(Arjîn, Bermal, Bêrîtan Ereb, Rûken Qamişlo, Sêal Cûdî, Çiyazan, Demhat, Şoreş Kobanî, Arîn Mîrkan, Ebû Faz (Huseyin Ehmed El-Alo) Salih Ehmed El-Îssa, Simko) û wiha pê de çû:”Hevalên me bi qehremaniyek mezin têkoşîn meşandin û tevlî kerwanên şehîdan bûn”.

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê sersaxî ji malbata têkoşeran re xwestin û got:”Di serî de hemû şehîdên pêngava Tebqa û şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Ji hemû malbatên wan û gelên xwe re sersaxiyê dixwazin û em bangawazî dikin ku hemû gelên me bi ruhê Newrozê, Mazluman, Bêrîvanan û Rewşanan xwedî li van cangoriyên xwe derkevin û bi girseyî tevlî merasîmên wan bibin”.

Di dawiya daxuyaniya YPJ`ê de ev tişt hat gotin:”Em wek YPJ`ê soza serkeftina şoreşa Rojavayê Kurdistanê didin hemû gelên xwe, em ê xwedî li hemû şehîdên xwe yên qehreman derkevin, ala wan bilind rabikin û erkên ku dane li ser milên me bi ruhê van qehremanan pêk bînin”.

(kc)

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …