Fermandariya QSD: Ji sedî 80 bajarê Reqayê hatiye rizgarkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya QSDʹê diyar kir ku hêzên wan di nava 5 rojan de navenda tugaya 17ʹan, taxa Tişrîn, Rimêla û Rewda yên li bakurê Reqayê ji çeteyan rizgarkirine û got ku bi vê yekê 80 ji sedî bajarê Reqayê ji çeteyan hatiye paqijkirin.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSDʹê wihaye:

ʺDi 5 rojên dawî de hêzên me (QSD) dest bi hemleyê kir û kelehên ku çeteyên DAIŞʹê li eniya bakur a bajarê Reqayê çêkirin kir hedef. Ev cara yekem e ku hêzên me yên leşkerî li vê eniyê hemeleyekê didin destpêkirin. Ev eniya bajar çeteyên DAIŞʹê texmîn dikirin ku dê parstina wê mayîde bimîne, ji ber firehbûna wê, her wiha cûdahiya avahiyan û saziyên giştî yên wekî depoyên genim, aş û saziyên gitşî yên di wê herêmê de. Li pişt van hemûyan jî bargeha tugaya 17ʹan ku bi xwe jî bargeheke leşkerî ye, heye.

Xalên ku me rêzkirine û bçeperên parstinê ku çeteyên DAIŞʹê pêk anîne, her wiha zêdebûna êrîşên teqemeniyê û mayînên ku li herêmê hatine çandin. Ji bilî van jî sivîlên ku çeteyên DAIŞʹê di wê herêmê de bi cih kirine, çeteyan texmîn dikirin ku hêzên me wê nikaribin li wir dest bi hemleya leşkerî ya li vê eniyê bikin. Ji ber vê yekê çalakiya me ya li vê herêmê bi hêza pêk hat û di demeke kurt de ziyanên kêm, encamên mezin bi dest xistin.

Hêzên me li eniya Kargeha Şekir a bakurê bajar bargehên çeteyan derbas kirin û hemû mayînê ku çeteyan bi cih kirine derbas kirin. Hêzên me bi tevgereke leşkerî tevahiya tugaya 17 û depoyên genim a bajarê Reqayê rizgar kirin. Her wiha ewlekariya hemû devera tugaya 17ʹan pêk anîn.  Vê yekê kir ku kontorla wê deverê ji destê çeteyên DAIŞʹê derkeve û hêza wî ya mayî jî belav bibe. Şervanên me pêşveçûna xwe dewam kirin û di taxan de jî li pey çeteyên ji wir reviyan ketin. Şervanan taxên Tişrîn,Rimêla û Rewda jî ji çeteyan rizgar kirin. Şervanan her wiha avahiya aş a di herêmê de ji çeteyan paqij kirin. Di şerê li van taxan de hejmarek mezin çete hatin kuştin. Di hemleya me yak u 5 rojan dewam kir de hêzên me û tîmên taybet bi sedan welatiyên sivîl rizgarkirin û ew birin cihên bi ewle.  Miqdarek depoyên çekan ên çeteyan  ketin destê şervanan.

Bi qedandina rizgarkirina tax û deverên navborî de hêzên me 90 ji sedî ji bajarê Reqayê rizgar kir. Niha jî hêzên me xebatên paqijkirina meydanên şer ji mayînên ku çeteyan bi cih kiribûn didomînin. Çeteyan bi hezaran sivîl wekî mertalên zindî bikar tînin û  hemû nirxên mirovahiyê binpê kirine.

Em wekî Fermandariya Giştî ya QSDʹê gûrkirina eniya bakur a Reqayê piştî bêdengiyeke demdirêj beşek ji evsaneyên leşkerî yên rizgarkirina Reqayê hesab dikin. Ev bi ziyanên herî kêm pêk hat. Em vê yekê wekî xalên dawî yên hemleya Xezeba Firatê ku ber bi dawî ve diçe. Di vê hemleyê de mezintirîn rêxistina terorist a di Sûriyê de têk diçe. Em tekez dikin ku em ê heta dawî li pey bermahiyên teroristan bikevin.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …