Fermandariya QSD: Destê Tirkiyeyê di windabûna Telal Silo de heye

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi daxuyaniyekê diyar kir ku windabûna Berdevkê QSD’ê Telal Silo ku ji aliyê Tirkiyeyê ve gelek caran hatibû tehdîdkirin, bi destê istixbaratên Tirk hatiye kirin.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Windabûna Berdevkê Fermî yê QSD’ê Telal Silo ji aliyê raya giştî ve hate nîqaşkirin û ev mijar bûye rojeva gelek dezgehên çapemeniyê. Ji bo zelalkirina tişta ku çêbûye, wekî QSD’ê em dibêjin ku  Telal Silo tevî koma girêdayî wî, bi daxwaz û xwesteka xwe beşdarî QSD’ê bubû. Ew awayekî fermî wekî berdevkê QSD’ê hatibû peywirdarkirin û hetanî kêliya ku têkilî jê hate qutkirin li ser karê xwe bû.

Telal Silo di nava hêzên me de xwedî cihê rêzdariyê bû û hemû erkên xwe bicih tanî. Ji ber vê yekê ji aliyê dewleta Tirk ve rastî zext û provakisyonan dihat. Ew bi kuştina zarokên wî ku li Tirkiyeyê dimînin, tehdîd dikirin.

Ji kêliya ku winda bûye hetanî niha, hêzên lêpirsîn destpê kirine. Divê were zanîn ku Telal Silo beriya niha ji ber zext û pirsgirêkên li pêş karê wî disekinîn, daxwaza îstîfayê kiribû. Ji ber vê yekê ew bi destê istixbaratên Tirkiyeyê û hevkariya hin kesên ji malbata wî, winda bûye.

Wekî QSD’ê em ji raya giştî re dibêjin ku em ê karê xwe û têkoşîna li dijî terorê dewam bikim, her wiha xebatên ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk, federal, azad û nenavendî bidomînin.

Wê hertim biratiya gelan, dengeya karê me be û em ê pê nasnameya xwe ya leşkerî diyar bikin. Bi vê bûyerê wê bandor li hêzên me neyê kirin û em ê piştre encama lêpirsînên xwe eşkere bikin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …