Fermandarên QSD`ê soza parastina şêniyên Dêrazorê ji DAIŞ`ê dan

DÊRAZOR- Berdevkê fermî yê QSD`ê Mîralayî Telal Silo û Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla soz dan ku ew in erka xwe ya parastina şêniyên herêma Dêrazorê  pêk bînin.EBU XEWLA

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla di kongreya damezrandina Meclîsa Sivîl a Dêrazorê de axivî û got:ʺ Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ku di bin sîwana QSD`ê de ye her roj bi pêşve diçe û herêma rojhilatê Firatê rizgar dikeʺ.

Her wiha anî ziman ku Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê parçeyekî ji Meclîsa Sivîl a Dêrazorê ye û wiha pê de çû:ʺ Em rojan e bi sedan sivîlên Dêrazorê rizgar dikin û divê meclîsa Dêrazorê ya van sivîlan birêxistin bike”.

Berdevkê Fermî yê QSD`ê Mîralayî Telal Silo jî di kongreyê de axivî û got:ʺHêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) ji destpêka avakirina xwe de têdikoşe da ku yekîtiya gelan ava bike û herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikeʺ.TELAL SILO

Di berdewamiya gotinên Silo de hat gotin ku şervanên QSD`ê bi têkoşîna xwe rê li ber belavbûna terorê li Sûriyê girtin.

Her wiha Silo anî ziman ku piştî QSD`ê herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin wê êdî şêniyên herêmê bi xwe xwe birêxistin bikin.

Berdevkê fermî yê QSD`ê Mîralayî Telal Silo di dawiya gotinên xwe de lidarxistina yekemîn kongreyê damezrandina Meclîsa Sivîl a Dêrazorê pîroz kir.

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …