Fermandarekî YPG`ê: Îdîayên çapemeniya AKP`ê ne  rast in

EFRÎN – Ji fermandarên YPG`ê yên kantona Efrînê Zeynel Heleb tekez kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îdîa dikin ku derbasî çend gundên Efrînê bûne, lê ev yek ne rast e û hêzên wan di noqteyên xwe de ne.

Zeynel Heleb got ku hemleya propogenda ya ku dezgehên çapemenî yên AKP`ê daye destpêkirin û dibêiin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hinek gundên Raco bidest xistine, ne rast in.

Heleb tekez kir ku herêma Raco bi giştî di bin kontrola YPG`ê de ye û wiha pê de çûʺBila gelê me bi şervanên xwe bawer be, em li cihê xwe ne.ʺ

Zeynel Heleb îşaret bi berxwedana şervanên YPG`ê kir û wiha pê de çûʺŞervanên me berxwedaniyeke dîrokî li hemberî dagirkeran dimeşînine û heta niha bi dehan leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Soz ku me daye gelê xwe heta dawiya  em ê herêmên xwe biparêzin.ʺ

Zeynel Heleb di dawiya axaftina xwe de got ku  heta şehadetê ew ê axa xwe biparêzin.

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

https://www.youtube.com/watch?v=pK1KJKNoflA

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …