Fermandarekî YPG‘ê: Hesabên Erdogan şaş derketin

EFRÎN – Ji fermandarên YPG‘ê yên li eniya navçeya Bilbilê Agir Gerzan diyar kir ku hesabên Erdogan li hemberî berxwedana wan şaş derketin û got”Jiyana wan  wekî şervan ji bo wan ne girîng e, ya girîng parastina xak û rumeta gel e.”

Ji fermandarên YPG‘ê Agir Gerzan ku di berxwedana Efrînê ya li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê birîndar bû, piştî ku rewşa wî baş bû vegeriya eniya berxwedana ya navçeya Bilbilê pêşveçûnên dawî yên berxwedana Efrînê ji ANHA‘yê re da nirxand.

Gerzan destnîşan kir ku yekîneyên wan rojane derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didin û diyar kir ku hemû îdîayên çapemeniya Tirk ên derbarê Efrînê de têne belavkirin ne rast in û wiha got”Em niha li eniyên pêş ên nêzî sînorê di navbera Efrînê û Bakurê Kurdistanê de şer dikin.”

Gerzan destnîşan kir ku Erdogan ragihandibû ku ew ê di nava 3 rojan de derbasî Efrînê bibe û ev tişt anî ziman” 39 roj li ser berxwedana Efrînê re derbas bû, ev nîşaneya herî ber bi çav a derewên çapemeniya dewleta Tirk.”

Gerzan anî ziman ku hesabên Erdogan li hemberî berxwedana yekîneyên wan şaş derketin, vê carê bi bikaranîna balafirên şer û teknîka pêşketî hêviyên xwe yên pêşveçûnên xurt kirin û wiha dom kir”Erdogan nizane ku vîna gelê Efrînê ji çekên wan bi hêztir e. Gelê li ser xaka xwe, li hemberî têknîka dijmin li ber xwe dide û wê gelê Kurd destûr nede ku rûmeta wan were binpêkirin. Berdêl çi be em ê Efrîna xwe ya pîroz ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê biparêzin.”

Agir Gerzan di berdewama axaftina xwe de got”Em ji mirinê natirsin, mirin li kuderê be û kengî be wê were, ya girîng em ê rûmet û xaka xwe biparêzin.”

Gerzan destnîşan kir ku yekîtniyên wan çeteyên DAIŞ‘ê şikandin û wiha pê de çûʺEm wekî YPG û YPJ‘ê me mezintirîn rêxistina teror di cîhanê de şikand, cîhan ji vê rêxistina ditirsiya. Dewletên NATO‘yê ku Tirkiyê yek ji endamên wê yê baş dizanin ku YPG û YPJ‘ê, DAIŞ‘ê şikand, ji bilî hêzên me (YPG/YPJ) tu kes nikaribû DAIŞ`ê bişkîne.”

Gerzan helwestên navdewletî yên li hemberî êrîşên artêşa Tirk li ser Efrînê rexne kir û wiha dom kir”Hemû dewletên cîhanê dizanin ku têkilî di navbera Tirkiyê û çeteyên DAIŞ‘ê û Nusra de heye û dizanin jî ku Tirkiya wan çeteyan di êrîşên li ser herêmê me de bi kar tîne.”

Agir Gerzan diyar kir ku berxwedana Efrînê hemû planên dijî Efrînê têk birin û wiha  dirêjî da axaftina xwe”Ma civaka navdewletî nabîna ku Erdogan rojane jin û zarokan dikuje? Lê dibîne, û dengê xwe nake, bêdengiya wan îxaneteke li hemberî gelê Efrîn û mirovahiyê ye. Her wiha îxanteke li hember yekîneyên me ku xeteriya DAIŞ‘ê ji bo cîhanê ji holê rakir.”

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …