Fermandarekî QSD‘ê: Hemleya Dêrazor û Reqayê cesareta hêzên me nîşan did

REQA – Fermandarê QSD‘ê Cemîl Mezlûm anî ziman ku serkeftinên Hêzên Sûriyeye Demokraîtk li Reqa û Dêrazorê rastiya pêkanîna vê hêzê sozdayîna xwe ya bi gelê Sûriyê re nîşnan dide û diyar kir ku hemleya Rizgarkirina Reqayê ber bi serkeftineke mezin ve diçe.

Axaftinên fermandarê QSD‘ê Cemîl Mezlûm li ber cihek herî girîng li Reqayê  bi navê Bab Bexda ku ji aliyê QSD‘ê ve hate rizgarkirin, pêk hat. Cemîl Mezlûm diyar kir ku erka wan a rizgarkirina bajar nêzîk e û dê bi serkeftineke dîroka û tunekirina terorê bi dawî bibe.

‘Zehmetî wê li pêşiya armanca wan nebin asteng‘

Cemîl Mezlûn di destpêka axaftinên xwe de cangoriyên ku ji bo rizgarkirina Reqayê şehîd bûne bi bîr anî û got: “Di serî de em bejna xwe li ber hemû şehîd û berîndarên ku  bi saya wan em gihaştine vê serkeftinê, ditwînin. Dema em rewşa giştî ya ku Hêzên Sûriyeye Demokratîk te re derbas dibin, êrîşên hêzên bi navê Mertala Firatê yên girêdayî Tirkiyê  û hin hêzên din ên dijminahiya doza çareseriya aloziya Sûriyê dikin, binirxînin, em dibînin ku hêzên me li hember dijmên gelê Sûriyê biser dikevin. Hêzên me tekane hêz e ku li hember terorê şer dike. Niha me li Reqayê ku wekî bargeha sereke ya çeteyên DAIŞ‘ê ye tê bi navkirin û rexmî zehmetiyan me karîbû ji sedî 70 rizgar kir.”

‘Planên me yên nû derbeyên mezin DAIŞ xistin‘

Cemîl Mezlûm planên xwe yên li dijî DAIŞ destnîşan kir û got ku çeteyan li bajarê Reqayê li hember hêzên wan derbeyên mezin xwarin û wiha pêde çû: “Rexmî astengiyan jî israra me yên ji bo serkeftinê xurt e. Planên me yên dorpêçkirina DAIŞ ji aliyekî ve û êrîşên me li dijî wan di hindirê taxan de li aliyek din jî, hişt ku DAIŞ rêbazên xwe yên şer bide guhertin, bi vê yê hewl dan êrîşên xwekuj, erebeyên bombebarkirin li dijî hêzên me bi kar bîne, li aiyekî din jî sekvanên xwe bi cih kiriye û sivîlan jî ji bo parastina xwe wekî mertalên zindî bi kar anîn. Ji ber vê yekê pêşveçûnên me dereng dimeşe, ya girîng rizgarkirina sivîlan e. Pêşveûnên şervanên me bi baldarî û zelalî dimeşe. Rizgarkirina sivîlan erka me ya mirovahî ye.”

‘Piştî rizgarkirina Reqa û Dêrazorê dê aloziya heyî çareser bibe‘

Mezlûm têkildar hemleya rizgarkirina Reqa û Dêrazorê ku bi hev re dimeşine û girîgniya wê hemleyê di aliyê siyasî de nirxand û wiha dom da axaftina xwe: “Mijara çareseriya aloziya Sûriyê dê piştî rizgarkirina herdu bajaran ku wekî pargehên herî sereke yên DAIŞ‘ê ne, pêk were, niha ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û azad xebatên doplomasî û siyasî têne kirin.”

Fermandarê QSD‘ê anî ziman ku hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê ber bi dawîbûnê ve diçe û li milekî din jî hemleya Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewar Dêrazorê didome û destnîşan kir ku ev hemle cesareta vê hêzê nîşan dide û ji her kesî re îsbat dike ku armanca vê hêz rizgarkirina sivîlan e.

Fermandarê QSD‘ê Cemîl Mezlûm di dawiya axaftinên xwe de tekez kir ew ê soza xwe ya bi gelê re dane, pêk bînin û tevahî xaka Sûriyê ji terorê rizgar bikin û got: “Madem hêzên terorîst hîna li ser erdê hene û komkujiyan derheqê gelê me pêk tînin, wê têkoîna me raneweste. Wê tu hêz li pêşiya pêkanîna armanca ya avakirina sîstemeke demokratîk û azad nebe asteng.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …