Fermandarekî Ceyş El-Siwar: Parastina Efrînê ji şerê li dijî DAIŞʹê girîngtir e

EFRÎN- Yek ji fermandarên Ceyş El-Siwar a di bin banê QSD’ê de Xelef Mihemd diyar kir ku wan beşek ji hêza xwe ji rojhilatê Firatê kişandine ber bi Efrînê ve û ev tişt anî ziman: “Were xwestin em ê hemû hêza xwe ji rojhilatê Efrînê bikişînin û berê wan bidin Efrînê. Ji bo me parastina Efrînê ji şerê li dijî DAIŞʹê girîngtir e.ʺ

Xelef Mihemd derabrê mijarê de  axivî û got ku hêzên wan şerê li Efrînê ji şerê li Dêrazorê girîngtir dibîn û ev tişt anî ziman: “Gelê Efrînê li şûna hemû cîhanê şerê terorê dikin. Şervanên ji Efrînê li Kobanê, Reqa, Dêrazor û gelek deverên din şehîd bûn. Efrîn ne wekî herêmên din ên Rûsiya û dewleta Tirk li ser pîlan pêk anîn.  Efrîn ji pîlanên wan mestir e.”

Endamê Fermandariya Ceyş El-Siwar Xelef Mihemed her wiha da zanîn ku piştî Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê derbarê êrîşa Artêşa Tirk a li ser Efrînê bê deng ma me biryara xwe da û wiha dom kir: “Me beşek ji hêzên xwe ji rojhilatê çemê Firatê kişan Efrînê. Da ku li vi rem li şûna dewletên Erebî ku bê deng dagirkerina Tirkiyê ji beşk ji xaka Sûriyê re dişopîn in, parstina Efrînê bikin.”

Mihemed her wiha bibîr xist ku şêniyên Efrînê bersiva gelê Reqa û Dêrazorê dan û wiha dom kir: “Şervanên ji Efrînê di rizgarkirina hemû herêman ji destê DAIŞ’ê dan. Niha jî şervanên Reqa û Dêrazorê banga gelê Efrînê dibersivîn in û di bersivdayîna êrîşa Artêşa Tirk de cih digrin.”

Mihemed di dawiya axaftina xwe de jî ev tişt anî ziman: “Ji bo me ne pir girînge eger Koalîsyona Navdewletî qebûl bike, em ji eniya şer ya DAIŞ’ê bişin an na. Yên ji vê kişandinê berpirsyare Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê ku Amarîka rêveberiya wê dike ye. Parstina Efrînê ji me re di rêza yekem de ye û ji şerê DAIŞ’ê ya li Dêrazorê girîngtire. Heger hate xwestin em ê beşa duyemîn û sêyemîn jî ji wir bikşînin Efrînê da ku em bersiva êrîşên Artêşa Tirk bidin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …