Fermandarê Ceyş El-Suwar: Em mil bi mil şer dikin, ji nûçeyên derew bawer nekin

EFRÎN- Fermandarê Ceyş El-Suwar (Artêşa Şoreşgeran)  Hecî Ehmed li ser nûçeya ku li organên çapemeniyê weşiyayî, ku digot, ‘Ji QSD’ê veqetiyane û çûne rex komên bi piştgiriya Tirkiyê’ li derewê qeliband û got‘’Baweriya xwe bi medyaya Tirk a dagirker û alîgirê wan neyîn, Artêşa Şoreşgeran li rex YPG, YPJ’ê di parastina Efrînê de ye.’’

Nûçeyên medyaya şerê taybet a Tirk a bi mebesta meşrûkirina dagirkirina Efrînê malperên nêzî Rûsyayê jî dubare dikin. Spûtnîkê nîvrokî xwe sparte Al Mastarê û got ‘’Yek ji koma di nav QSD’ê de Ceyş El-Suwar aliyê xwe guhart û tevlî nav komên bi piştevaniya Tirkiyê bû.’’

Fermandarê Ceyş El-Suwar Hecî Ehmed diyar kir ku ew bi YPG/YPJ’ê re di parastina Efrînê de ne û got, ‘’Nûçeyên di medyaya dewleta Tirk a dagirker de ti têkiliya xwe bi me re nîn e, bi temamî derew in.’’

Ehmed got li Efrînê bi gelên wir re mil bi mil li dijî dagirkeriyê şer dikin û got, ‘’Ev bager me jî vedihewîne. Li Efrînê em bi hemû hêzên parastinê re tevdigerin. Bi sedan sal in ku li van xakan em li gel hev dijîn. Em mil bi mil li dijî dijmin şer dikin. Niha jî didome ev têkoşîn. Siberojê jî em ê şer bikin. Tiştên ku li derve li ser navê me têne gotin xebatên dijmin in û derew in. Pêdiviya wan bi derewên wiha heye. Ji bo ku moralê bidin alîgirê xwe û li cem gelê me moralê bişkînin wiha dikin.’’

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …