Fermandara YPJ: Tirkiye tirba xwe bi destê xwe dikole

EFRÎN – Fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat gefxwarinên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê wekî “xwekujiyê bi nav kir û got “Ew tirba xwe bi destê xwe dikolin.”

Ji fermandfarên Yekîneyên Parastina jin (YPJ) li Efrînê Sosin Bîrhat derbarê gef û êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê de wiha anî ziman.

Sosin Bîrhat destpêkê bal kişand ser wê yekê ku piştî li Îranê serhildana gel rabû êdî Dewleta Tirk jî ditirse ku li Tirkiyeyê serhildanek rabe û got “Tirikiye ji bo aloziya xwe ya hundirîn veşêre gef û êrîşên xwe li ser Efrînê zêde kir.”

Sosin diyar kir ku her kes dizane ku Dewleta Tirk di encama polîtîkayên xwe yên çewt û faşîst de îflas kiriye û niha jî rewşeke girtî jiyan dike.

Sosin Bîrhat anî ziman ku polîtîkayên Tirkiye û Erdogan gihiştine asta “xwekujiyê” hewldanên dagirkirina Efrînê jî di vê çarçoveyê de ye. Bîrhat ev yek li axaftina xwe zêde kir “Tirkiye û aliyên ku ji êrîşên wê re çepikan lê didin tirba xwe bi destê xwe dikolin.”

Vê fermandara YPJ’ berxwedaniya şervanên yekîneyên wan li hemberî çeteyên Artêşa Tirk bi bîr xist û got “Şervnaên me ku di roja îroyîn de li ber xwe didin bi dehan gundên herêma Şehbayê rizgar kirine û xwedî hêz û tecrûbeyên leşkerî ne.”

Sosin wiha axaftina xwe domand “Li pêş me berxwedaniya dîrokî ya Efrînê heye. Hêzên me ji vê yekê natirsin. Ev berxwedanî wê ji bo gelên herêmê encamên baş bi xwe re bîne û dê bibe dawiya dagirkeriya Tirkiye ya li Sûriyeyê.”

Vê fermandara YPJ’ê rihê şoreşgerî yê gelê Efrînê jî anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî “Her kes li vê herêmê serwextî azadiya xwe bûye û dê wê biparêze.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …