Fermandar Xebat Dêrik li Helebê hate bîranîn

 HELEB – Bi boneya salvegera 6‘an a şehadeta damezrînerê YPG‘ê Fermandar Xebat Dêrik şervanên YPJ û YPG‘ê tûraneke leşkerî li dar xistin. Şervanan soza şopandina xeta şehîdan nû kirin.

HLB-TURANA-YPG-JI-BO-XEBAT-DERIK-LI-HELEB (7)

Li bajarê Helebê, bi armanca bîranîna Şehîd Xebat Dêrik, tûraneke leşkerî ji aliyê sedan şervanên YPJ û YPG‘ê ve hate birêxistinkirin.

Cihê tûranê bi wêneyên Şehîd Xebat û cangoriyên azadiyê û poterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ‘ê hatibû xemilandin.SERVAN EFRIN

Piştî tûranê, ji Fermandarên YPG‘ê Şervan Efrîn Şehîd Xebat bi bîr anî û got ku şehîd Xebat riya serkeftinê nîşanî wan da û soza da wekî YPG û YPJ‘ê ew şopdarên xeta cangoriyên azadiyê û fikirê Ocalan bin.

Merasîmê tûranê bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …