Fedekar Avesta Xabûr û 23 berxwedêr hatin oxirkirin

EFRÎN – Bi sedana welatiyên Efrînê cenazeyên 24 şehîdên berxwedana serdemê li Mezara Şehîd Avesta a li gundê Kefer Şîlê ya girêdayî bajarê Efrînê bi merasîmeke bi heybet oxir kirin.EFRIN-OXIRKIRNA-SAHED-EFSTA (8)

Berxwedana serdemê ya Efrînê di roja xwe ya 10’emîn de li dijî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê berdewam dike. Bi sedan welatiyên herêma Efrînê bi armanca oxirkirina cenazeyên têkoşer Avesta Xabûr û 23 berxwedêran li pêşiya nexweşxaneya Avrîn kom bûn.

Piştî ku welatiyan cenazeyên berxwedêran ji nexweşxaneyê wergirtin ber bi qada taxa Efrîna nû ve meşiyan û li vir merasîmek lidar xistin. Welatiyan durişmeyên dilsoziya bi berxwedana serdemê ya Efrînê re qîriyan û berxwedana şervanên QSD’ê li dijî hovîtiya artêşa Tirk silav kirin.EFRIN-OXIRKIRNA-SAHED-EFSTA (7)

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê Hevseroka Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Asya Ebdullah axivî û wiha got: “Ev deh roj in welatiyên Efrînê bê navber li dijî artêşa Tirk li ber xwe didin û alîkariya şervanên QSD’ê yên li eniyên ber xwedanê dikin.” Asya destnîşan kir ku artêşa Tirk li dijî welatiyên sivîl teknolojiya pêşketî ya leşkerî bi kar tîne û bi awayekî hovane bi tank û balefiran gundên herêmê bombebaran dike û wiha domand: “Bi saya fedekariya şervanên QSD’ê û artêşa Tirk nikare gavekê jî ber bi hundirê Efrînê ve bavêje.”

Di merasîmê de li ser navê malbata şehîd Niyazî Seydo bavê wî Behcet Seydo axivî û wiha got: “Em ji artêşa dagirkeriyê re dibêjin ku ti carî hovîtiya we me natirsîne û ti carî vîna azadîxwazan nayê şikandin.”

Di dawiya merasîmê de karwanê şehîdan ber bi Mezara Şehîd Avesta ya li gundê Kefer Şîlê ve çû û cenazeyên welatiyên sivîl jî ber bi bajaroka Dêrcemalê ve hatin şandin.

Nasnameyên şehîdên hatine oxirkirin wiha ne:

“Behcet Hemo (Dil Pak), Îbrahîm Elî (Alan), Ehmed Menan (Deştî), Zekeriya Qehwe (Zekeriya), Zelûx Hemo (Avesta Xabûr), Nêçîrvan Ebdo (Ciwan Berxwedan), Mihemed Mihemed (Bakur Rojava), Mihemed Elî (Herdem), Umer Reşo (Botan), Emîne Îsmaîl (Amara Efrîn), Ebdullah Habîl (Baz), Rojhat Efrîn, Rojhat Mûsa, Mihemed Hadî (Başûr Soran), Umer Bekir (Ciwan Efrîn), Mehmûd Soko (Zardeşt).”

Nasnameyên welatiyên sivîl jî wiha ne:

“Horiyê Geno, Fatme Ebdilreb, Henadî Geno, Hesen Geno, Hisên Elî, Rewan Eswed û zarok Kemal Geno”

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …