Ev e asta dijwariya êrîşên li ser Efrînê

 EFRÎN – Bajarê Efrînê di nava 72 saetên dawî de rastî êrîşên dijwar ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat. Arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  di êrîşên xwe yên li ser navenda bajarê Efrînê hemû cûreyên çekên giran bikar tîne. Di encama wê de gelek zerar gihîşt mal û milên welatiyên sivîl.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li hember berxwedaniya şervanên YPJ/YPG`ê ve bê çare maye û nikare ber bi navenda bajarê Efrînê ve pêşde biçe. Ji ber vê yekê wê bi awayekî dijwar bajarê Efrînê topbaran û bombebaran dike.

Di encama topbaranê de, hejmareke sivîl şehîd bûn û bi dehan sivîl ku piraniya wan jin û zarok in birîndar bûn .Her wiha gelek zerar gihîşt mal û milkên welatiya.

Check Also

Li Dêrezorê Di Operasyoneke Hevpar De 2 Çeteyên DAIŞ’ê Hatin Girtin

Yekîneyên Antî-Terorê “YAT” ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî û hêzên dijî-terorê …